Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ bûye çavkaniya îlhamê

Endama Şandeya Jinan a Navneteweyî Reha Zemanî da zanîn ku dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ her çiqas ji aliyê kurdan ve hatiye derxistin, lê niha ji bo tevayî jinên azadîxwaz, rêxistin û mirovahiyê li seranserî cîhanê bûye çavkaniyê îlhamê.”

Roja 18’ê adarê bi pêşengtiya Rêxistina Peywendiyên Jinên Kurd (REPAK) şandeyek navneteweyî ya jinan ji Almanyayê bi armanca lêkolînkirina dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û hîn zêdetir zanîna şênberiya li herêmê, hatin başûrê Kurdistanê. Şandeyê li gel jinên di nav partiyên siyasî û rêxistinên jinan rêze hevdîtin kirin.

Reha Zemanî yek ji endamên şandeyê ye, ew xelkê Îranê ye û li Almanyayê dijî. Derbarê dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ çavkaniya wê û felsefeya di pişt wê dirûşmê de, her wiha giringiya xwe rêxistinkirina jinan de ji Rojnews re axivî.

Di destpêkê de Reha Zemanî behsa serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê kir û got: “Dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ çavkaniya xwe ji tevgera azadîxwaz a Kurd digre. Dema ku serihildana ‘Jin, jiyan, azadî’ li Rojhilatê Kurdistan û Îranê destpêkir, vê dirûşmê zêdetir deng veda. Vê yekê jî wisan kir ku gelek kes li ser çavkanî û felsefeya li pişt vê dirûşmê lêkolînan bikin. Niha ne tenê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, li piraniya welatên cîhanê zelal bûye ku ev serhildan û dirûşme çavkaniya xwe ji kuderê wergirtiye.”

Reha Zemanî da zanîn ku her çiqas felsefeya li pişt serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ çavkaniya xwe ji Kurdan girtiye, lê niha ew felsefe ne tenê ji bo jinên Kurd, ji bo tevayî jinên azadîxwaz û tevgerên li seranserî cîhanê ye.

Di dewamê de Reha Zemanî balkişand li ser jêhatina jinên Kurd û got: “Her çiqas ez ne di wê astê de me ku behsa jêhatina jinên Kurd bikim, lê dikarim bêjim ku têkoşîna azadîxwaz a jinên Kurd, ruhê wan ê qehremanî û şoreşgerane ne tenê ji bo jinan, di heman demê de ji bo hemû mirovahî, tevayî çîn, pêkhate, netew û baweriyan bûye çavkaniya îlamê. Her kes dikare wan ji xebata ji bo azadiyê wek mînak nîşan bide.”

Di dawiyê de jî Reha Zemanî li ser giringiya xwe rêxistinkirina jinan got: “Ji beriya her tiştî pêwîste em xwe baş nas bikîn. Em baweriyê bi jêhatina xwe bînin. Dema me bawerî bi jêhatin û jîrbûna xwe anî, em li kudera cîhanê bin û li nav kîjan civakê de bin, bi mercê ku em alîkariya hev bikin û xwe birêxistin bikîn, emê bikarin civak û cîhanek baştir ava bikîn. Ya herî giring jî ewe ku em piştgiriya hev bikîn û xwe birêxistin bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar