Têkildarî mijarê, serokê Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî peyamek da.
Talebanî di peyama xwe de wiha got: “Em komkujiya sûcê kuştina komî ya li Cindirêsê û şehîdxistina 4 kurdan li Efrînê bi tundî şermezar dikin. Divê aliyên têkildar sûcdaran di zûtirîn demê de radestî edaletê bikin. Baweriya me bi aştî û biratiya gelan heye. Em tundî û sûcên li dijî welatiyên me tên kirin, bi çi navî be dibin bila bibe, red dikin.
Em sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazin û êşa wan parve dikin.”