Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Ratiya dewleta tirk-çete vê carê xwe li Cindirêsê da der’

MSDʹê têkildarî komkujiya li Cindirêsê daxuyanî da û got; "Ev komkujî ji sûcên dagirkerî, koçberkirin û sûcên li dijî kurdan nayê qutkirin. Ratiya dewleta tirk-çete vê carê xwe li Cindirêsê da der."

Çeteyên dewleta tirk a dagirker di êvara Newrozê de (20ʹê adarê) li navçeya Cindirêsê êrîş bir ser pîrozbahiya Newrozê û komkujiyek pêk anî. Di encamê de ji malbatekê 4 welatî şehîd bûn.

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) têkildarî komkujiyê daxuyaniyek da. MSDʹê xwest berpirsên komkujiyên dermirovî werin darizandin. MSDʹê bi bîr xist ku di dîroka 20ʹê adarê de komên terorîst ên ku desteka xwe ji dewleta tirk a dagirker digirin, li navçeya Cindirêsê ya herêma Efrîna dagirkirî 4 bira dema ku agirê Newrozê dadida, qetil kirin.

MSDʹê komkujiya li Cindirêsê û bêdengiya li hemberî vê komkujiyê şermezar kir û ji malbatên şehîdan re sersaxî xwest.

Di beşeke din a daxuyaniyê de hate gotin: “Ev sûc ji çarçoveya dagirkerî, koçberkirin û kiryarên sorkirinê yên li dijî kurdan nayên qutkirin. Her wiha ji çarçoveya tevlihevî, rêvebirina ji aliyê çeteyan ve û tunebûna qanûnê ve nayê qutkirin. Sûcê ku li Cindirêsê hate kirin ji çarçoveyeke siyasî, ewlehî û civakê tê. Desthilata dagirker û alavên wê yên ku Efrînê dagirkirine, rasterast ji vê sûcê berpirsyar in. Di heman demê de hemû aliyên ku çavê xwe li sûcên domdar ên dagirkirî û koçberkirina niştecihên resen girtine berpirsyar in.”

MSDʹê bang kir ku divê ev tedbîr werin girtin:

1- Efrîn wek herêmeke mirovî ya bêçek were ragihandin û tevahî komên çekdar jê werin derxistin. Divê niştecihên resen bi çavdêriya civata navneteweyî bi ewle vegerin warê xwe.

2- Divê berpirsên komkujiyên li dijî mirovahiyê û binpêkirinên rojane yên qanûnên mirovî yên navneteweyî werin muhasebekirin.

3- Divê rêveberiya herêma Efrînê û ewlehiya wê radestî niştecihên wê yên resen bê kirin û sîstemeke dozgerî ya adilane were avakirin.

4- Divê hemû girtî û revandî serbest werin berdan. Divê aqûbeta ku kesên bi darê zorê winda bûne were aşkerekirin. Her wiha divê tawîz ji kesên ku ziyan dîtine were dayîn.

5- Divê garantiya derbasbûna dezgehên ragihandinê û rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî bo Efrînê were dayîn da ku karên xwe bi serbestî bikin.

MSDʹê helwesta hemû azadîxwazên ku komkujî û faîlên wê şermezar kirin, silav kir û got: “Bila meşaleya Kawayê Hesinkar li asîmanê Sûriyeyê bilind be. Bi israr û hevgirtina sûriyeyên birûmet dê serkeftin were mîsogerkirin. Dilovanî ji şehîdan re. Newroz dê sembola bidawîkirina zilmê û meşaleya azadî û edaletê be.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar