Êvara 22’ê Adarê Behzad Ezîzî yê 19 salî yê ji gundê Derga Şêxan ê bajarê Bane, ji aliyê hêzên dewletê ve li bendeke kontrolê hat rawestandin û îşkence lê hat kirin.
Behzad Ezîzî dema ku li ber îşkenceyê rabû, hat înfazkirin. Xelkê Bane berê xwe da cihê bûyerê û agir berda benda kontrolê.
Cenazeyê Behzad Ezîzî rakirin Nexweşxaneya Selahaddîn a li Baneyê. Malbata ciwanê hat kuştin û xizmên wan li ber nexweşxaneyê kom bûn.