Li gorî tora CNN a Amerîkayê, Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pantagon) got balafireke bêmirov avahiyeke tê de karmendên Amerîkayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kir û tê payîn ew balafir a koma girêdayî Îranê ye, di encamê de karbesekî amerîkî li Sûriyeyê hate qetilkirin. Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin got serokê Amerîka Joe Biden destûr da ku derbeyên asîmanî li rojhilatê Sûriyeyê li dijî avahiyên ku komên girêdayî pasdarên Îranê pêk bînin.
Austin her wiha diyar kir ku Biden aşkere kiriye ku dê hemû tedbîrên guncaw ji bo parastina gelê xwe bigire û bersiva guncaw di cih û demê de pêk bîne.