Berpirsekî ENKS′ê gef li şêniyên Cindirêsê xwar ku ji bo şermezarkirina sûcên çeteyên dewleta tirk a dagirker dernekevin xwepêşandanan. Lê şêniyan diyar kir ku ew ê çalakî û xwepêşandanên xwe bidomînin.
Dihat payîn şêniyên Cindirêsê bi beşdariya şêniyên Efrînê xwepêşandaneke girseyî li Cindirêsê ji bo şermezarkirina sûcên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê li dar bixista. Lê çeteyan bi fermana dewleta tirk a dagirker daxuyaniyek da û xwest xwepêşandanekê ji bo desteka qaşo ′şoreşê′ li dar bixin û şênî hişyar kirin ku alên ji bilî alên wan hilnedin.