Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Jiyaneke bê şer, sixtekarî û bêrûmetiyeke mezin e

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku pergala Îmraliyê wekî "Tecrîda ku bi navê hêviyê tiştekî nahêle" şîrove dike, dibêje li dijî tecrîda mutleq feraseta heqîqet û wateyê, hêza liberxwedayînê lê peyde dike.

Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F’yê de bi awayekî giran tê tecrîdkirin, 2 sal in xeber nayê girtin. Serlêdanên ji bo hevdîtinê yên Buroya Hiqûqê ya Asrinê û malbata wî bi hincetên cuda tên redkirin. Rêberê Gelê Kurd Ocalan  di parastina xwe de ya bi navê ‘Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk’ ku di sala 2013’an de temam kiriye, cih daye beşa bi navê “Li Girava Îmraliyê Der Barê Jiyana Girtîgehê de”. Ocalan tecrîda li Îmraliyê wekî “Tecrîda ku bi navê hêviyê tiştekî nahêle” şîrove dike û dibêje li dijî tecrîda mutleq feraseta heqîqet û wateyê, hêza liberxwedayînê lê peyde dike.

Ocalan destnîşan dike ku li Girtîgeha Îmraliyê li hemberî wî “pergaleke taybet” tê pêkanîn û ji bo vê pergalê dibêje: “Ez dibêjim qey mijara ku herî zêde tê meraqkirin ev tecrûbeyên min ên jiyanê yên li hemberî vê tenêtiya mutleq û sekan in. Ger xwedayên mîtolojîk bifikiriyana, her hal wê cezayekî wiha giran ê li girêdana li zinarên Îmraliyê nehata bîra wan. Lê dîsa jî min di hucreyeke yek kesî de li ber xwe da. Girava Îmraliyê, di dîrokê de bi înfazkirina cezayên ku li rayedarên payebilind ên dewletê hatiye birîn navdar e. Avhewaya wê hem pir bi ritûbet e hem jî hişk. Di warê fizîkî de dikare bîra mirov hilweşîne. Gava tecrîda di odeyeke girtî de jî li vê bê zêdekirin, bandora wî ya rûxîner a li ser bîrê zêdetir dibe. Her wiha di pêvajoya ber bi kalbûnê de ez anîm vê giravê. Heya demeke dirêj di bin kontrola Fermandariya Hêzên Taybet de hatim girtin. Ez dibêjim du salên dawî de kontrolkirina Wezareta Dadê ketiye dewrê. Ji xeynî pirtûkekê, rojname û kovarekê û radyoyekî yekqenalî tu derfetên min ên pêwendiyê tune bûn. Helbet ez van faktorên ragihandinê biçûk nakim, lê ji bo mirov li ser pêya bimîne têr nakin. Ya ku dê bikira ez li ser pêyan bimînim û nerizim, dê bîra min û hişê min bûna.”

‘Li derve gelek gotin û çalakî derbasdar in, lê li girtîgehê wate derbasdar e’

Ocalan ku tecrîda Îmraliyê wekî “bi navê hêviyê tiştekî nahêle” şîrove dike, dibêje: “Sedema ku înfaza bi cezayê darvekirinê û şerê derûnî demeke dirêj di rojevê de hat hiştin ji ber vê bû. Rojên ewil min bi xwe jî nizanibû ez ê çawa îdare bikim. Dest ji salan berde, min digot ez ê çawa salekê bimînim. Fikreke wiha li min peyde bûbû: ‘Hûn çawa dikarin bi milyonan kesî di odeyeke biçûçik de bigirin!’ Bi rastî jî wekî Rêbertiya Neteweya Kurd, di şert û mercên zindanê de min xwe veguherandibû senteza bi milyonan kesî. Gel jî wiha têdigihîşt. Mirov nikarin bêparbûna ji malbata xwe û zarokên xwe îdare bikin, îja ez ê heta hetayê çawa ji vîna bi milyonan bihatama qutkirin! Nameyên gel ên bi çend rêzikan jî nedidan. Heya niha ji xeynî hin nameyên hevalên zindanê ku ev name jî di kontroleke pir dijwar de derbas bûne, û ji xeynî çend nameyên îstisna, tu name ji derve negihîştine destê min. Min nikaribû nameyan bişînim. Ev xisûs jî, bi awayekî qismî be jî, rewşa ku tecrîd bûye sebeba wê zelaltir dikin.”

Her wiha Ocalan berxwedana xwe ya li dijî vê tecrîda mutleq jî wiha bilêv dike: “Diviyabû rastiyên min ên wiha mezin hebûna ku li hemberî tecrîdê karibim îdare bikim û tecrîd hebe jî jiyaneke mezin bidim der. Gava ez di vî warî de lê hûr bûm, pêşî divê ez behsa du persînên têgehî bikim. Yek, têkildarî statuya civakî ya kurdan bû. Dudu, ji bo ev têgeh baş bê fêmkirin, pêdivî bi girêdaneke rêgezeke exlaqî hebû. Teqez divê tu xwe di warê girêdana bi civakekê re serwext bikî. Axirê min fêm kir ku girtîbûna li derve ji bo kes talûketir e. Xwexapandin e ku kurdek li derve xwe azad his bike. Jiyaneke di vî warî de jiyaneke demborî ye, jiyaneke windayî ye û bêbextî lê hatiye kirin. Encama ku min ji vê yekê bi dest xist; mirov encax bi şertekî dikare li derve bijî, ew jî roj bîst û çar saetan bi şerê ji bo hebûn û azadiya kurdan pêkan e. Jiyan ji bo kurdekî biexlaq û birûmet qethiyen roj bîst û çar saetan bi şerê hebûn û azadiyê pêkan e. Beranberiya vê dibe ku mirin an jî girtîgeh be. Ev di xwezaya şer de heye. Jiyaneke bê şer, sixtekarî û bêrûmetiyeke mezin e. Madem wiha ye, amadekariya ji bo mirinê an jî girtîgehê, di bizava xwezayî de hene. Xweranegirtina li hember şert û mercên girtîgehê li dijî sebeba min a jiyanê ne. Çawa ku ji bo têkoşînê mirov nikare xwe ji tu awayê şerê hebûn û azadiyê dûr bixe, mirov nikare xwe ji girtîgehê jî bi dûr bixe. Ji lew re ew jî divêtiyeke jiyana azad e ku tu ji bo wê şer dikî. Madem zindan ji bo azadiyê ye, a li wir mezin bibe jî divê bîra heqîqetê be. Jiyana bi heqîqetê mezin bibe, dikare êşên herî bargiran jî veguherîne kêfxweşiyê. Girtîgea Îmraliyê ji bo min, di warê têgihiştina diyarde û pirsgirêka kurdî de û sêwirandina derfetên wê yên çareserkirin tam veguherî qada şerê ji bo heqîqetê. Li derve gelek gotin û çalakî derbasdar in, lê li girtîgehê wate derbasdar e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar