Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji ber ku 2 sal in agahiyan ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş nastînin, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Asrinê de hat ragihandin ku herî dawîn axaftina bi telefonê ya ku Rêberê Gelê Kurd bi birayê xwe re kiribû, hatiye birîn û ji wê rojê şûnde wan tu agahî nestandine.
Di daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Asrinê de ev tişt hate diyarkirin: “Ji ber ku me nekarî bi tu awayî serdana wan bikin û bi wan re têkilî daynin, heta niha derbarê rewşa wan a tenduristiyê, rewşa wan a dîlbûnê û rewşa wan ya qanûnî de, li ber destê me tu agahî tune.
Tevî ku parêzeran 274 caran û 118 caran jî malbatan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Girava Îmraliyê dane jî, ev 2 sal in tu encam nehatiye stendin. Hemû serlêdanên hiqûqî û îdarî yên ji herêmî heta Dadgeha Destûra Bingehîn bê encam mane. Saziyên darizandinê bi biryarên xwe careke din nîşan da ku li şûna parastina mafên muwekîlên me û rawestandina pêkanînên dijhiqûqî, hişt ku tecrîda li Îmraliyê di asta îşkence û dijmirovahî de bê domandin, ev jî aliyekî din ê tecrîdê ye.
Ji rêzdar Ocalan û muwekîlên din tu agahî nayên stendin û ev tişt bi tu qanûn û hiqûqê nayê îzahkirin. Qutbûna ji civak û dinyayê, bêparbûna ji parastina hiqûqî û dîlbûna wan a di nav şertên bê kontrol û nediyar, tê wateya îşkenceyê û kirinên dermirovahiyê. Ji bo bidawîkirina rewşa têkçûna mutleq a li Îmraliyê (girtîbûna încommûnîcato) serî li Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî hate dayîn. Komîteyê her weha daxwaza tedbîran wekî pêşîn qebûl kir û di îlona 2022’yan de ji Hikûmetê re; daxwaz kir ku dawî li girtina neyasayî bîne. Ji ber guhnedana vê biryarê, di çileya 2023’yan de daxwaza lezgîn bi bîra hikumetê hate xistin. Tevî ku pêvajoya der barê esasê serlêdanê de hê jî didome jî, di biryara înfazê de hat diyarkirin ku şert û mercên li Îmraliyê li dijî qedexeya îşkenceyê ne û divê demildest ev şert bên bidawîkirin.
Divê fikar zûzûka werin çareserkirin
Lê belê dewleta ku bi peymanên navneteweyî ve girêdayî ye, biryara qanûnê ya Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî nas nekir, gavên guncav neavêt, astengiyên li pêşiya parêzer û hevdîtinên malbatan ranekir û dewleta tirk vê rewşa têkilîdanenîne mutleq domand. Ev biryarên navneteweyî yên der barê Ocalan û tecrîda li Îmraliyê de çiqas girîngtir bin, guhnedana dewletê jî ewqasî nehiqûqî û siyasî ye. Ev polîtîkayên dewletê yên li Îmraliyê li Tirkiye û siyaseta Rojhilata Navîn jî nîşan dide. Bi polîtîkayên ewlehiyê yên di şûna aştî û siyaseta demokratîk tên meşandin, di her alî de krîz û kaosê çêdike. Helbet ev rewş ji nêz ve bi pirsgirêka kurd re ku xwedan aliyên herêmî û cîhanî ye ve girêdayî ye. Her ku xitimandin kûr dibe, rewşa tecrîda mutleq jî kûr dibe. An jî heta ku pergala tecrîdê ya mutleq bidome, ne pirsgirêka kurd çareser dibe û ne jî pêşketineke demokratîk pêk tê.
Bi kurtasî hebûna tecrîda Îmraliyê tê wateya terikandina hiqûq û demokrasiyê li Tirkiyeyê. Helbet ev yek bandoreke domînoyê çêdike ku zirarê dide nirxên madî û manewî yên civakê û hem jî xisarê dide jiyana civakî û siyasî. Ji bo welat û erdnîgariyeke mirov karibe lê bijî, divê pirsgirêka kurd bê çareserkirin û tecrîda Îmraliyê were qedandin. Rêzdar Ocalan demokrasî û hiqûqa gerdûnî weke çarçoveya polîtîk a bingehîn diyar kiriye û ev jî tekane rêya rizgariya ji krîzê ye.
Em careke din teqez dikin ku ev 2 sal in tevî biryarên navneteweyî jî rewşa agahînestendinê bi dawî nebûye û der barê şert û mercên tenduristiyê û şert û mercên din ên girtîgehê de tu agahî tune. Ev rewş ji bo me rewşeke giran e. Divê ev fikar zûzûka werin çareserkirin. Divê biryarên tevbîrê yên Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî demildest bên pêkanîn û hemû mafên muwekîlan ên ku ji peymanên hiqûqî û navneteweyî derdikevin, bi taybetî serdanên parêzeran bên misogerkirin. Bi vê hişmendî û bendewariyê em raya giştî ya demokratîk vedixwînin hesasiyeteke bilind.”