PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Daxwaz azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan e

OHD’ê bi daxûyaniyekê bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Demildest divê parêzer biçin Îmraliyê û êdî dem hatiyê azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan pêk were.”

Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), bi boneya tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji 25’ê adara 2021’an ve agahî jê nayê girtin, li Şaxa xwe ya Amedê daxuyaniyek da çapemeniyê. Nûnerên OHD’ê yên Navenda Giştî, Şaxên OHD’ê yên Amedê, Îzmîr û Rihayê, Komeleya Wêjekarên Kurd, Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER), Federasyona Komeleyên Piştevaniyê yên Hiqûqê yên bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re yên Med’ê (MED TUHAD-FED), Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) tev li daxuyaniyê bûn.

Hevberdevka Navenda Giştî ya OHD’ê Rengîn Ergul metna daxuyaniyê xwend.

Ergul, destnîşan kir ku Tirkiye di dîroka Komara xwe de krîza herî civakî, siyasî, aborî û çandî dijî. Ergûl da zanîn ku dema ku hikumet hewl dide qeyrana piralî ya heyî li gorî krîzên cîhanî pênase bike û bi polîtîkayên Rewşa Awarte bitepisîne. Ergul wiha domand: “Bi krîza mirovî ya ku piştî erdhejê derket holê, rewabûna desthilatdariya siyasî ya ku bi temamî zemîna xwe ya hiqûqî winda kiriye, dîsa hejand. Li Girtîgeha Tîpa F ya Îmraliyê ku nîqaşa hiqûqê bi temamî hate rawestandin, tecrîdên ku li ser birêz Abdullah Ocalan û girtiyên din, veguherî rewşa bi nêzîkatiyên çareserî û neçareseriyê yên pirsgirêka kurd ve girêdayî. Berdewamiya siyaseta bêçareseriyê di her serdemê de tecrîd û qeyran kûrtir kiriye. Serdemên ku li Îmraliyê rêyên hevdîtin û diyalogê yên bi Ocalan re hatin vekirin, serdemên ku çareseriya aştiyane ya pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê dihat nîqaşkirin, çanda demokrasiyê bilind dikir.”

2 sale tu agahî nayê girtin

Ergul, bi lêv kir ku li aliyê din Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ya Konseya Ewropayê rapora serdana xwe ya gulana 2019’an tam piştî 15 mehan aşkere kir. Ergul da diyar kirin ku CPT’yê şert û mercên Girtîgeha Tîpa F a Gravê weke pêkanînên dijmirovahî pênase kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “CPT’yê bang li desthilatdariya siyasî kir û bi bîr xist ku divê Ocalan bi cîhana derve re têkeve nava têkiliyê. Herî dawî CPT di serdana xwe ya li Tirkiyeyê ya di navbera 20-29’ê îlona 2022’yan de çû Girtîgeha Tîpa F ya Îmraliyê, lê hêj rapora xwe aşkere nekiriye. Tevî hemû hewldan û serlêdanên me jî tam 2 sal in em nikarin ji birêz Abdullah Ocalan, birêz Hamîlî Yildirim, birêz Omer Hayrî Konar û birêz Veysî Aktaş xeberê wergirin. Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 24 sal in di bin şert û mercên giran de li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê tê ragirtin, ji 25’ê adara 2021’an û vir ve tu agahî nayên girtin.”

‘Em daxwaza azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan dikin’

Ergul, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em weke Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê careke din dubare dikin ku em vê rewşê qebûl nakin û niha pê de jî qebûl nakin. Ev îtîrazên me ji bo betalkirina qanûn û pêkanînên îdame û cudaxwaz û tecrîda giran a li ser birêz Ocalan e. Divê cezayê heta heta yê ku bi qest kirina jiyana birez Ocalan bûye zagon, bê rakirin. Em daxwaza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan careke din tînin ziman.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar