Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke der barê êrîşên dewleta tirk de ev agahî da: ” 24’ê adarê qada Girê Çarçêl û derdora gundê Şêlazê yên Metînayê 2 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
25’ê adarê Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, Girê Şehîd Kamûran û derdora Çemê Lolanê yên Xakurkê û çeperên me yên berxwedanê yên li qadên Çemço û Sîdayê 57 caran bi obus, hawan, tank û çekên giran hatin bombekirin.”