Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Bila MOBESE nebîne’

Roja Newrozê li navçeya Licê Y.D. yê bi îşkenceya polîsan re rûbirû ma di îfadeya xwe ya dozgeriyê de gotiye: “Gava li min dida polîsekî got lembeyê bigirin, bila MOBESE nebîne.”  

Li navçeya Licê ya Amedê Y.D. ê 14 salî roja 21’ê Adarê bi îşkenceya polîsan re rûbirû mabû. Îfadeyên ku Y.D. daye Serdozgeriya Komarê di çapemeniyê de belav bû. Rojnamevan Îsmaîl Saymaz îfadeyên Y.D. parve kiriye û Y.D. di îfadeya xwe de wiha gotiye: “Bi qûntaxa çekên lûle dirêj li min dan. Destê min bi egala di stûyê min de girê dan. Dest û stûyê min bi hev ve girêdan. Hewl dan min bifetisînin.”

‘Bavê min xwest biçim nan bikirim’  

Y.D. di berdewamiya îfadeya xwe de wiha gotiye: “Bavê min xwest biçim nan bikirim. Ez di cadeya markete de dimeşiyam. Polîsan bi wesayîta zirxî da ser min. Ez reviyam û ketim avahiyekî. Polîsan deriyê avahiyê şikand û ketin hundir. Ji hevalê min ê 10 salî re gotin, ‘ev biçûk e, em ê din bibin’. Min bi erdê re kaşkirin, li min dan û li wesayîta zirxî siwar kirin. Di navbera xwe de gotin, ‘em lembeyê bigirin, bila MOBESE nebîne’. Min birin devera ku çopa licê lê tê rijandin.

‘Sirûda Îstîklalê, helbesta Mehmetçîk bêje’  

Kelemçe li lingê min dan. Di kêliya li min didan de vîdeo girtin. Ji min re digotin, ‘Divê tu çêrî kurdan û Ocalan bikî. Sirûda Îstîklalê, helbesta Mehmetçîk bêje. Ji min re gotin heke tu helbestê jiber nekî, em ê GPS’ê deynin ser pişta û te bibînin û bikujin’. Ev tiştên hatin serê min 40 deqîqe dewam kirin.

Min birin çoltera taxa Karahasan û min avêtin çalekê’  

Dest û lingê min girêdayî bûn û min li wesayîtê siwar kirin. Min birin rêya li ber midûriyeta polîsan. Li vir kesek peya bû û li wesayîtek din siwar bû. Her li min didan. Min birin çoltera taxa Karahasan. Min avêtin çalekê. Dest û lingên min girêdayî bûn. Di çalê de bi kevirekî min hewl da dest û lingê xwe vekim. Piştre min vekir û ez derketim jorê. Ez ber bi Licê ve meşiyam. Piştî ku ez 3-4 deqîqeyan meşiyam, min camêrek dît û ez çûm cem wî. Min da pişta xwe û bir Nexweşxaneya Dewletê ya Dewletê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar