Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Faşîzma AKP-MHP’ê hat şermezarkirin

Rêxistinên HDP û DBP’ê yên Rihayê diyar kirin ku dê tu carî carî dev ji têkoşîna xwe bernedin û wiha gotin: “Em ê di 14’ê gulanê de faşîzmaAKP-MHP’ê têk bibin.”

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Pirsûsê de li Pirsûs û Stenbolê 25 kes hatibûn binçavkirin. Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Rihayê jî bi daxuyaniyekê ev binçavkirin şermezar kir. Endam û rêveberên DBP û HDP’ê yên Rihayê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka HDP’a Rihayê Aliye Kizildamar ve hate xwendin.

Kizildamar, got ku desthilatdariya AKP-MHP’ê çiqas êrîş û zilmê li wan bike jî dê tevî gel di 14’ê gulanê de wan têk bibin û ev tişt anî ziman: “Bila gelê me baş bizane ku em tu carî dev ji têkoşîna xwe bernadin û em ê vê pergala ku li ser gelê me bûye barek, têk bibin. Armanca wan ew e ku gelê me bitirsînin. Lewma êrîşî partiya me dikin. Lê em ê tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedin û jiyana wekhev bi hev re ava bikin. Em binçavkirina hevalên xwe şermezar dikin û qebûl nakin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar