Piştî ku di 24’ê adara 2018’an de Efrîn ji aliyê Tirkiyeyê ve hat dagirkirin gelek çete li Efrînê bi cih bûn û li dijî gel dest bi kiryarên hovanê kirin. Ji ber van kiryarên çeteyên girêdayî Tirkiyeyê gelek kes ji bêgavî koç kirin û demografiya Efrînê jî hat guherandin. Di van 5 salên dagirbûna Efrînê de, gelek binpêkirinên mafan, destdirêjî û kuştina li Efrînê pêk hatin û herî dawî jî di 20’ê adarê de li navçeya Cindirês a Efrînê ji malbatekê çar welatiyên sivîl ji ber ku xwestibûn Newrozê pîroz bikin ji aliye çeteyên Ehrar El Şerqiyeyê yên girêdayî Tirkiyeyê ve hatin kuştin. Piştî kuştina welatiyên sivîl gelê Efrînê rabû li ser pêyan û li dijî van êrişan xwepêşandan li dar xistin. Xwepêşandana gelê Efrînê li dijî kiryarên hovane yên çeteyên girêdayî dewleta tirk berdewam dike û gelê Efrînê hê jî li derve bertekên tund nîşan dide.
Nûçegihanê Rojava TV’yê Nûrhat Hesen têkildarî xwepêşandana gel û kiryarên çeteyan ên li Efrînê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
Hesen anî ziman ku di 5 salên dawî yên dagirbûna Efrînê de gelek komkujî û binpêkirinên mafan li Efrînê çêbûne û got ku bi destê çeteyên girêdayî dewleta Tirkiyeyê bi dehan welatî li Efrînê hatine kuştin. Hesen der barê 4 welatiyên sivîl de ku li navçeya Cindirêsê xwestibûn Newrozê pîroz bikin lê ji aliyê çeteyên Ehrar El Şerqiyeyê ve yên giredayî Tirkiyeyê hatibûn kuştin bi lêv kir ku yek ji armanca komkujiyan koçberkirina gel e û ev tişt gotin: “Jixwe di dema erdhejê de jî dewleta tirk dixwest gelê kurd ji Cindirêsê koçber bibin, lê kurd tevî ku xaniyên wan hilweşiyan jî ji Cindirêsê derneketin û li ber malên xwe kon vegirtin. Ew jî ji ber vê yekê aciz dibin. Ji ber vê aciziyê ev komkujî pêk anîn. Sedema yekem a vê komkujiyê ev e. Agirê Newrozê jî rabûna li dijî zilmê ye û ew jî dizanin ku ew zilmkar in û ji ber vê jî naxwazin gel Newrozê pîroz bike.”
Hesen destnîşan kir ku li Efrînê li dijî gelê kurd qirkirine pêk tê û wiha pê dê çû: “Dewleta tirk gefan li malbatên kesên ku li Cindirêsê hatine kuştin dixwe. Gotine ‘hûn van xwepêşandanan nedin sekinandin em ê we jî bikujin.’ Niha tiştên li Efrînê diqewimin ne tenê bi dagirkêriyê tên bi navkirin, meriv dikare bêje qirkirin li Efrînê diqewime. Ev 5 sal in 7 hezar kurd ketin zindanan, hinek jî koçber bûn, hinek jî hatin kuştin. Kal û pîrên Efrînê di zindanan de hatin kuştin. Jinên kurd di zindanên wan de rastî destdirêjiyê hatin. Yanî dagirkerî jî qanûneke xwe heye, lê niha tiştekî wisa li Efrînê tune ye. Ji ber wê meriv dikare bêje gelê Efrînê rastî qirkirinê tê. Ji bo gel koçber bibe, kuştin, destdirêjî û komkujî pêk tên. Kurd li Efrînê di bin dagirkeriyeke mezin de ne.”
‘Berpirsyar Tirkiye ye’
Hesen diyar kir ku berpirsyarê van komkujiyan Tirkiye ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Berpirsyarê vê yekê jî dewleta Tirkiyeyê ye. Dewleta tirk niha dixwazê xwe ji van mijaran bişo lê berpirsê sereke dewleta tirk e. Tirkiye destûr da van çeteyan ku bikevin Efrînê. Niha jî destûrê dide ku ev çete li Efrînê van komkujiyan pêk bînin. Dewletên navneteweyî jî dibêjin ’em dixwazin Tirkiye kesên ev komkujî pêk anîne’ bidarizîne, lê Tirkiye bi xwe ev komkujî pêk aniye dê çawa xwe bidarizîne? Yanî di nav dewletên navneteweyî de jî nakokiyên wisa hene. Gelê Efrînê jî dizane ku berpirsê yekemîn dewleta tirk e. Kesekî ji Efrînê got di destpêka dagirkirina Efrînê de ev çete ketine Efrînê û dewleta tirk bi wan civiyaye û gotiye kurdan ji vê herême derxin.”
‘ENKS dagirkirina Tirkiyeyê meşrû dike’
Hesen bal kişand ser hevkariya Tirkiye û ENKS’ê jî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî erdhejê saziya Barzanî çû navçeya Cindirêsê lê gelê Efrînê bi dehan caran got, ’em nan naxwazin, em dixwazin ev çete ji vir bên derxistin.’ Lê sed mixabin ku yekî kurd di nav ENKS de di nav xwepêşandanan de derdikeve dibêje ‘bila her kes here mala xwe, xwepêşandanan bisekinînin.’ Îstixbarata tirkan gefan li malbata kesên ku hatine kuştin dixwe ku vê xwepêşandê bidin sekinandin. Lê tevî vê yekê jî xwepêşandan berdewam dikin. ENKS dagirkirina dewleta tirk li Efrînê meşrû kir. Dewleta tirk, ENKS’ê bi kar tîne, dibêje ‘me Efrîn rizgar kir, ENKS jî bi me re ye.’ Bi vê yekê dagirbûna xwe meşrû dike. Yanî ENKS dibêje ez kurd im, lê dibêje ez berpirsyariya xwepêşandanan nagrim ser xwe, yanî çawa kurdin ez fêm nakim. Lê ENKS di dîrokê de jî girêdayî dewleta tirk û helwesta wan jî nayê guherandin. Divê kurdên me yên wê herême jî encumaniya vê meclisa ENKS’ê nekin.”
Hesen bi lêv kir ku ji bilî Rêveberiya Xweser berteka tu hêzan a li dijî çeteyan tune ye û wiha got: “Hem saziya Barzanî hem jî rêveberên Başûr bi dewleta tirk re di nava tekiliyê de ne. Ji ber wê jî destûr dan saziya Barzanî ku derbasî Efrînê bibe. Jixwe ENKS jî alîgirê hikûmeta PDK’ê ya Hewlerê ye. Dewleta tirk dijminê kurdan e. Divê her kes bi vê zanibe. Ji ber wê jî qebûl nake ku Rêveberiya Xweser derbasî Efrînê bibe. Yanî tiştekî sosret e ku di hundirê Suriyeyê de rêveberiyek dixwaze alîkariye bişîne Efrîn, lê ji derve dewletek vê asteng dike. Mixabin ji bilî Rêveberiya Xweser tu kes nabêje bila ev çete û dagirkeriya tirk ji Efrînê derkeve.”
‘Dîwarê tirsê şikest’
Hesen der barê xwepêşandana gel a li dijî komkujiyê de jî anî ziman ku gel dîwarê tirsê şikandiye û got: “Piştî 5 salan a dagirbûna Efrînê cara yekemîn e ku gel di vê astê de xwepêşandanan li dar dixe. Cara yekemîn e ku gel bi dirûşmeyên, ‘Şehîd namirin, Efrîn a kurdan e, ey şehid xwîna te li erdê namîne’ li kolanan berz dikin. Cara yekemîn e êdî kurdên li Efrînê dîwarê tirsê şikandine. Dayikek li Efînê dibêje ‘êdî em li kolanan tên kuştin, êdî tirsa ku em bitirsinîn nemaye.’ Bavek li Efrînê dibêje ‘ez dizanim ku piştî vê axaftinê ez ê bêm kuştin lê dîsa jî ez ê biaxivim.’ Çend sal in gelê Efrînê hatibû qutifandin nedihiştin ku tu kes dengê xwe bike lê piştî vê komkujiye kurd êdî vê zilma wan qebûl nakin. Ez bawer dikim ku ev xwepêşandan wê ne ya dawî be, heta ev komên çeteyan û dagirkerî li wir be, dê xwepêşandanên gel bidomin. Heke ev xwepêşandan niha bê sekinandin jî êdî dîwarê tirsê şikestiye û dê ne ya cara dawî be û gel wê dîsa derkeve derve.”
‘Dagirkerî li Efrînê namîne’
Hesen têkildarî raporên Neteweyên Yekbûyî (NY) ên li dijî binpêkirinên mafan ên li Efrînê jî destnîşan kirin ku tevî raporan jî dewletên navneteweyî ji ber berjewendiyên xwe û Tirkiyeyê bêdeng in û got ku heta rewşa Efrînê neguhere tu wateya raporan nîne û divê Tirkiye bê darizandin. Hesen diyar kir ku ji bo xwepêşandana gelê Efrînê berdewam bike pêdivî bi piştevaniyeke xurt heye û ev bang kir: “Heta niha gelek kesên ku derketine derve û tev li xwepêşandanan bûne hatine girtin. Lê tevî vê yekê jî gel li derve ye. Çendî dizanin ku wê bên girtin jî, lê dîsa jî paş de gav navêjin. Li Cindirês û Efrînê gelek welatî hatin girtin û îşkencekirin, lê dîsa jî xwepêşandan berdewam dikin. Piştî xwepêşandana gel li herêma Rojavayê jî gelek bertek, daxuyanî û xwepêşandan li dijî vê komkujiyê hatin lidarxistin. Lê ji bilî vê yekê me nedît bertekeke tund hat nîşandan. Li Ewropa çalakvanan bertek nîşandan lê têr nake, divê serhildaneke mezin ji bo gelê Efrînê bê nîşandan ku bila bizanin piştgirî heye. Gelê Efrînê jî dixwaze xwepêşandan berdewam bikin. Ji ber vê jî pedivî bi piştgiriyeke xurt heye. Divê partiyên kurd yekîtiya xwe ava bikin ku da em karibin xwestekên xwepêşandanên gelê Efrînê pêk bînin. Ji ber ku gelê Efrînê dema ji xwe re piştgiriyeke nebîne wê bisekine, ji bo xwepêşandanên gelê Efrînê nesekinin divê gelê kurd li her derî xwepêşandanan li dar bixin û piştgiriya gelê Efrînê bike. Banga min ji bo gelê Efrînê jî; ez dibêjim, we nasnameya Efrînê parast, kesên herî berxwedar hûn in. Dagirkerî li Efrînê namîne, komên çeteyan li Efrînê namînin.”