Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Tirkiyê ne daraz ne jî maf heye

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di rapora xwe ya salane de pêkanînên li cihan û Tirkiyê nirxand û wiha got, mafên mirovan û daraz li Tirkiyeyê nava wê hatiye valakirin.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di rapora xwe ya salane de bertek nîşanî polîtîkayên durû yên di qada mafên mirovan de da.

Rapor balê dibe ser binpêkirinên mafên mirovan ên li her dera dinyayê û diyar dike ku civaka navneteweyî li dora mafên mirovan û nirxên gerdûnî nebûne yek. Di raporê de hate gotin ji ber ku dewletan nekarîne mafan biparêzin, mafên jinan û azadiya protestoye di bin xetereyê de ye.

Li Tirkiyeyê nava darazê hatiye valakirin

Rêxistina Efûyê got “Li Tirkiyeyê dema ku hikumet li ser darazê kontrolê dike, ev tişt bû sedem ku nava serxwebûna darazê vala bibe. Li dijî parêzvanên mafên mirovan, çalakvan û mûxalifên siyasî lêpirsînên bêbingeh hatin destpêkirin. Divê dewlet hurmetê nîşanî darizandina adilane bide û nehêle ku serxwebûna darazê were qelskirin.”

Di raporê de hate diyarkirin bi sûcdariyên bêbingeh hate xwestin ku bi dehan rojnamevan, çalakvan û siyasetmedarên mûxalif werin destgîrkirin û li dijî wan lêpirsîn were kirin.

HDP bi awayekî bê bingeh gedef tê nîşandan

Di warê azadiya rêxistinkirinê de hate gotin “Tirkiye û Fransa bûn welatên ku bi girtina komeleyan re azadiya rêxistinbûnê asteng bikin. Li Tirkiyeyê HDP wekî hedef tê nîşandan. Di sala 2021’an de ji bo ku derbarê 451 rêveberên HDP’ê ceza were birîn ku heta 5 salan nikaribe siyasetê bike, doz hatibû vekirin.”

Di raporê de derbarê rewşa Tirkiyeyê ev tişt hate gotin “Derbarê parêzvanên mafên mirovan, rojnamevan, siyasetmedarên mûxalif û kesên din lêpirsîn û darizandinên bê bingeh hatin kirin. Parlementoyê azadiya xweîfadekirinê bi awayekî tund asteng kir. Mafê kombûna aştiyane bi awayekî cîddî hate astengkirin. Tirkiye bû welatê ku li dinyayê herî zêde penaber lê heye. Ji ber gotinên nijadperest, serlêdanên penaberên efgan û penaberên din nehatin qebûlkirin. Derbarê îşkence û mûameleya xerab îddîayên mezin derketibûn pêş.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar