Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê derbarê êrîşên ku ji aliyê artêşa tirk a dagirker ve hatiye kirin, ev daxuyanî da;
Li herêma Zapê: “Di 27’ê adarê de saet di 13.00 û 14.00’an de dagirkeran 2 caran êrîşî çeperên berxwedanê yên li Sîdayê kirin û hêzên me ji bo xwe biparêzin bersiva êrîşan dane.
Êrîşên ku artêşa tirk a dagirker kiriye: Di 27’ê adarê de Qada Berxwedanê ya Girê FM û çeperên berxwedanê yên li Çemço û Sîdayê bi obus, tank û çekên giran 17 caran hatine bombekirin.”