Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Kîn û nefreta dewleta tirk ya dij kurdan bê hesabe’

Siyasetmedaran destnîşankirin ku dijminahiya dewleta tirk ya li hember kurdan di her firsendê de xwe dide der. Komkujiya Cindirêsê jî kîn û nefreta dewleta tirk a dagirker careke din ev piştrast kir.

Çeteyên Ehrar El Şerqiye yên dewleta tirk a dagirker şeva Newrozê (20`ê Adarê) li navçeya Cindirêsê li dijî welatiyên kurd komkujiyek pêk anî û di encamê de 4 welatî ji heman malbatê şehîd bûn û 3 din jî birîndar bûn

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2023/03/28/192456_-.jpg

Der barê mijarê de sekreterê Partiya Demokratîk a Kurdistanê-Sûriye Ciwan Seko komkujî şermezar kir û got: “Ev ne cara yekê ye. Ji 5 salan ve dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên herî hovane li Efrîna dagirkirî pêk tînin, demografiya wê diguherînin, şêniyan dikujin û direvînin, mal û milkên wan, şûnwaran talan dikin. Ev hemû sûcên şer in. Di çarçoveya qirkirinê û tunekirina dîroka kurdan li herêmê de pêk tên.”

Seko destnîşan kir ku partî û gelên herêmê dê bibin dengê xelkê Cindirêsê û Efrîna dagirkirî.

Her wiha Seko bal kişand ser xemsariya NY’yê, sazuyên navneteweyî, hiqûqî li hember sûcên dagirkeriyê û got: “Ev nîşan dide ku ew şirîkên wan in.”

Di heman demê de Seko bang li wan saziyan kir ku berpirsyariyên xwe bînin cih û dagirkeriya tirk a li ser axa Sûriyeyê bi dawî bikin, vegereke ewle ji bo xelkê Efrînê dabîn bikin.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2023/03/28/192509_-.jpg

Girêdayî heman mijarê sekreterê giştî yê Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyeyê Mihemed Mûsa got: “Komkujî ji bo vemirandina agirê Newrozê pêk hat ku wan şehîdan pêxist. Ev delîla kîna dewleta tirk û çeteyên wê ya li hember kurdan e.”

Mûsa di awiyê de destnîşan kir ku divê siyasetmedar li hember komkujiyên wiha bisekinin, têkoşînê mezin bikin, planên dijminan têk bibin û her wiha got: “Divê saziyên navneteweyî erkên xwe bînin cih. Ji bo rizgarkirina herêmên xwe û avakirina sûriyeyeke demokratîk a pirreng, çi pêwîst bike em amade ne bidin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar