Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Ji bo peymanên weke Lozanê çênebin divê kurd bibin yek’

Mamostayên Zanîngeha Germiyan diyarkirin ku, Peymana Lozanê Kurdistan kir çar parçe û kurd bê statû da hiştin û wiha gotin; “Metirsiyek mezin heye, ji bo dagirker û hêzên navneteweyî careke din peymanên wiha nekin divê kurd yêkîtiya xwe ava bikin."

Sed sal di ser Peymana Lozanê re derbas dibe, di peyamana Lozanê de Kurdistan bi ser dewletên Tirkiye, Iraq, Suriye û Îranê de hat parçekirin. Îsal sedsaliya peymanê temam dibe. Lê dewleta tirk a dagirker di êrîşên xwe yên li ser başûr û rojavayê Kurdistanê de berdewame. Derbarê mijarê de mamostayên Herêma Germiyan ji Rojnews re axivîn.

Dr. Siyamend Kerîm got ku niha nav mala kurdan ne yeke, dibe ku welatên navnetewî û dagirker carek din peymanek din li ser kurdan îmze bikin û kurd jê zerar bibînin.

Siyamend Kerîm dibêje; “Ji bo ku carek din ji peymanên weke ya Lozên çênebin, divê kurd bibin yek û kongreya xwe ya netewî çêbikin. Ji bo ku kurd bizanin gelo welatên navnetewî ji bo pirsa kurd çi dikin, bibin yek û carek din kurd ji mafên xwe neyên dûrxistin.”

Mamosteyekî din yê zanîngehê Yasîn Başûr jî destpêkê behsa metirsiyên ser xaka Kurdistanê kir û got; “Sal bi sal metirsî zêdetir dibin, welatên dagirker dixwazin hîn zêdetir desthilata xwe li  ser vê xakê zêde bikin. Bersiva herî baş ya dijî dagirkeran jî meşandina têkoşînê ye. Divê hemû aliyên siyasî girîngiyê bidin civaka xwe, pêşbixînin da ku mafên xwe bidestxistin.”

Di dawiyê de mamoste Yasîn dibêje; “Divê hemû aliyên siyasî yên her çar parçeyên Kurdistanê ji bo parastina netewî û dijî metirsiyên ser gelê kurd û peymanên mîna Lozanê, bi hevre kar bikin û bibin yek.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar