Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye: “Agahiyên berfireh ên li ser êrîşên artêşa tirk a dagirker bi vî rengî ne;
Êrîşên artêşa tirk a dagirker ên bi çekên qedexekirî; 28’ê Adarê çeperên me yên berxwedanê yên li qada Sîdayê carekê bi çekên qedexekirî hate bombekirin.
Êrîşên artêşa tirk a dagirker; 27 û 28’ê adarê Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, Girê Çarçêl ê Metînayê û Geliyê Balinda yê Zapê 4 caran bi balafiran hatin bombekirin.
28 û 29’ê adarê çeperên me yên berxwedanê yên li Girê Cûdî, Girê FM, qadên Çemço û Sîdayê 15 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”