Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Pazartesi - 25 Kasım 2024

‘Ev êrîşek e li dijî nirxên kurdan e’

Şirketa Yotubê, gaveke li gor dilê tirkan avêt û bê ku sedemek nîşan bide Qenala Yotubê ya Med Muzîk TV’yê girt.

Girtin û astengkirina sazî û dezgehên çapameniya kurd berdewam dikin. Piştî gelek astgengî û êrîşên ku li bakurê Kurdistanê li dijî çapameniya kurd tên pêşxistin, bi zextên Tirkiyeyê li qada navneteweyî jî li dijî çapamiya kurd êrîş tên kirin. Di vê çarçoveyê de şirketa Yotubê bêyî ku sedemek nîşan bide qenala Yotubê ya Med Muzîk TV’yê girt.

Desteya weşanê ya Med Muzîk TV’yê, der barê mijarê de daxuyaniyek da û bertek nîşanî girtina qenalê da. Desteyê, diyar kir ku hemû weşanên qenala wan çandî û hunerî ne û girtina wê êrîşek e li dijî nirxên gelê kurd e.

‘Divê êdî rêz ji gelê kurd re bê girtin’

Desteyê, di berdewama daxuyaniya xwe de ev tişt gotin: “Nirx û nîşaneyên neteweyî yên gelê kurd, beyî ku tu hincet bê nîşandan, tên qedexekirin, li dijî rêgezên weşangeriyê tên sansorkirin. Pêkanîna biryarên xwecihî yên rêveberiyên faşîst li platformên navneteweyî, hewildaneke siyasî û bi alîgirî ye. GOOGLE û YOUTUBE‘yê, navirokên wiha yên gelê kurd gelek caran sansor ya jî bi sînor kirine. Em li hêviyê ne ku dawî li van pêkanînan bê anîn û rêz ji nirxên neteweyî yên kurdan re bê girtin. Em, vê pêkanîna bi neheqî ku li çand û nîşaneyên nirxên neteweyî yên kurd hatiye kirin, şermezar dikin.

Bi pêkanînên wiha, kes nikare rê li ber bigire ku gelê me nekare bi rêya nûçe, çand û hunerê xwe bigihîne nirxên xwe. Ji bo ji berê baştir hunera çandî ya kurd bigihînin gelê xwe, em ê bi rêgezên xwe yên weşangeriyê ve girêdayî bin û bigihînin astên bilind ên xurttir. Ji bo gelê me xwe bigihîne me, em ê li her platformê hebin.“

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar