Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

‘Bi yekgirtinek xurt tolê ji dewleta dagirker bigrin’

Çalakvanên bajaroka Qeladizê derbarê biryara KCK’ê û nêzîkatiya dewleta dagirker a tirk de axivîn û wiha gotin: "Biryara KCK’ê a bêçalakîtiyê helwestek mirovî, exlaqî ye. Divê gelê kurd bi yekgirtinek xurt tolê ji dagirkeran hilînin."

Piştî erdheja di 6’ê Sibatê de ku bandorek mezin li ser gelek bajarên bakurê Kurdistan, Tirkiye, rojavayê Kurdistan û Suriyeyê kir û bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dan, KCK’ê biryar da ku hemû çalakiyên xwe yên leşkerî bisekinînin. Herî dawî Hevseroka KCK’ê Besê Hozat cardin ragihand ku wan biryarê ji nûve nirxandiye û ji ber hilbijartinên li Tirkiye û bakurê Kurdistanê wan dema ragirtina çalakiyên leşkerî heta piştî hilbijartinê dirêj kirine.

Derbarê vê biryara KCK’ê de çalakvanên bajaroka Qeladiz a ser bi îdareya Raperînê nêrînên xwe anîn ziman.

Çalakvan Elî Qadir derbarê biryara KCK’ê ya rawestandina çalakiyan a ji ber erdhej û hilbijartinê de got: “Gelê Kurd gelek aştîxwaze. KCK jî li ser vî bingehî dimeşe. Biryara KCK’ê ya rawestandina çalakiyan cihê rêz û destxweşiyê ye. Wek gel em piştgiriya vê pêngava girîng dikin. Lê mixabin dewleta tirk a dagirker guh nade vê biryarê û bi berdewam êrîş dike.”

Her wiha Elî Qadir da zanîn ku divê hemû welatiyên kurd ên bakurê Kurdistanê li her dera cîhanê herin ser sindoqan û dengê xwe ji bo HDP’ê bikarbînin. Elî got: “Gelê kurd bi serxistina HDP’ê dikare dewleta tirk neçar bike ku dawî li kuştin û qirkirina gelê kurd bîne.”

Çalakvanê bi navê Rehman Hisên jî da zanîn ku ev cara duyeme KCK biryara rawestandina çalakiyan radigihîne, lê Tirkiye guh nade vê helwesta mirovî û exlaqî ya KCK’ê. Rehman got: “Divê ev biryara KCK’ê baş were nirxandin û piştgiriyek xurt di hilbijartinan de ji HDP’ê re were kirin.”

Di derbarê helwesta dewleta tirk a li beramberî biryara KCK’ê jî  Rehman wiha axivî: “Helwestên dewleta tirk a dagirker helwesteke dûrî mirovahî û pîvanên exlaqî ne. Heta niha vê dewleta dagirker guh nedaye bangên aştiyê yên KCK’ê. Êdî pêwîste ku dewleta tirk siyaseta xwe di ber çavan re derbas bike.”

Di dawiyê de jî Rehman Hisên bang li gelê kurd yê bakurê Kurdistanê kir ku bi yekgirtinek xurt herin ser sindoqan û bi dengên xwe tola xwe li Erdogan û hevkarên wî yên ku komkujî bi serê kurdan anîne hilînin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar