Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Perê kurda bû gule û cardin vegeriya kurda!

Hikumeta navendî ya Iraq, di sala 2014’a de li dijî Tirkiye serî li Dadgeha Tahkîmê ya Navnetewî dabû. Dadgeh piştî 9 salan biryar da. Bazirganiya petrolê ya navbera herêma Kurdistan û Tirkiyê, li dijî qanûna tîcarî ya navneteweyî bi navkir û ji ber vê jî 1 mîlyar û 400 mîlyon dolar cezayê pere da Tirkiye. Ev ceza ji bo danûstendina salên navbera 2014 û 2018 hate dayîn. Darizandina dûyemîn ya piştî sala 2018’ê didome. Tê gotin ew ê heta saleke din ev darizandin jî biqede. Ango ji bo Tirkiye cezayên din jî li rê ne.

Tiştê xuya dike ev e. Lê divê em bingeha vê meseleyê binêrin. Gelo di bingeha vê meseleyê de çi heye? Biryara dadgeha navnetewî, ew ê çi bandor li herêma Kurdistanê bike?

Destûra bingehîn ya Iraqa federal di sala 2005’a de hate qebûlkirin. Bi qebûlkirina destûra nû statuya federal ya herêma Kurdistan jî hate pesendkirin. Piştî vê yekê qanûna dabeşkirina butçeya Iraqê hate çêkirin. Bi gor vê qanûnê jî sedî 17’ê heyîyên Iraqê ji bo herêma Kurdistan hat veqetandin. Sedî 17’ê jî bi gorî rezervên petrolê hatibû destnîşankirin. Ji ber ku sedî 17’ê hemû rezervên petrolê ya Iraqa federal li başûrê Kurdistanê bû, ev rêje hate pesendkirin.

Ev bûtçe heta sala 2014’a bi rêkûpêkî hat dayîn. Belê, di navbera hukumeta herêm û hukumeta navendî de pirsgirêk hebûn, lê sedî 17’ê butçeyê heta wê salê çi car nehat qûtkirin. Ev yek rewşa aborî ya herêma Kurdistanê jî ber bi pêşve biribû. Karker û karmend meaşê xwe bi rêkûpêk digirtin. Rê û dirbên herêmê bi hêsanî dihatin çêkirin. Heta wê salê li başûrê Kurdistanê pirsgirêkek mezin ya aboriyê tûne bû.

Di sala 2014’a de serokwezîrê heyamê Nêçîrvan Barzanî bi navê ‘serxwebûna aboriya herêma Kurdistanê’ qanûnek ji parlamentoya Kurdistanê derxist û pêşî li danûstendina rasterast ya cîhanî re vekir. Wê demê di serî de YNK, gelek partiyên herêmê vê biryara rexne kirin û gotin, ew ê bibe sedema xizaniyê.

Ev li alîkî. Piştî vê qanûna hat derxistin, li gel Tirkiye hin peyman hatin morkirin. Çi aliyên hukumetê û çi partiyên din ya herêma Kurdistanê ji naveroka van peymanan hayîdar nebûn. Naveroka peymanê tenê rayedarên PDK’ê dizaniyan. Di sala 2014’an de PDK ji bo petrolên başûrê Kurdistanê bikaribe ji ser Tirkiyê bifroşe, şîrketek cûda damezrand. Partnerê vê şîrketê jî Power Transê zavayê Erdogan bû. Piştî vê pêngavê hemû petrolên başûrê Kurdistanê bêyî ku erêkirina hukumeta federal ya Iraqê hebe, şandin Tirkiyê. Petrol ser bi şîrketa Nêçîrvan Barzanî, ji bo şîrketa Berat Albayrak dihate bazarkirin. Lê pere dîçûn kê derê, nedihat zanîn. Her tişt di navbera du malbatan de dimeşiya.

Piştî van peymanan hukumeta federal ya Iraqê beşa butçeyê ya herêma Kurdistanê, ango sedî 17’ê kurda neda. Her weha serî li Dadgeha Tahkîmê ya Navnetewî da. Li başûrê Kurdistanê berêve xizanî destpêkir. Hukumeta herêm êdî nedikarîbû meaşên karker û karmendan bide. Her weha çi kes hûrgiliyên bazirganiya navbera PDK û AKP’ê jî nedizaniya. Bi gotineke din di navbera Erdogan û Barzaniyan de bazirganiyek kaçax destpêkiribû. Dû re derket holê ku ev petrol bi erzaniyeke mezin didin Tirkiye. Tirkiye jî petrola erzan difroşe Îsraîl û Hirvatîstanê. Çi welatên din vê petrola kaçax nedigirtin. Anhgo bi awayekî fermî, sûcên bazirganiyê dihate pêkanîn.

Di heyama Mesrûr Barzanî de gavek din jî hat avêtin û ev car dest bi bazarkirina gazên xwezayî kirin. Bi gorî Mesrûr Barzanî, piştî şerê Ukrayna derfetek din derketibû ber wan û ew dikaribûn bi rêya Tirkiyê gazên xwezayî ya herêma Kurdistanê bişînin bazara Ewropayê.

Ev gotinana bêgûman xweş tê gûhê mirovan. Lê diyar e, rastî ji gotinan taltirin. Zenginiya başûrê Kurdistanê bi awayekî ne fermî û li dijî rê û rêbazên qanûnên navnetewî hatine firotin. Di ser de, Tirkiye dest daniye ser pereyên kurda. Carina ji van pereyan hinek radestî rayedarên PDK’yiyan kiriye. Lê ev pere jî  ji kurda re nebûye derman. Ango danûstendina PDK û AKP’ê ji kurda re tenê xizanî aniye. Di sala 2014’an de rewşa aborî ya kurda ji niha gelek baştir bû. Niha xizaniyek mezin heye. Herî kêm 15 meaşên karker û karmendên hukumetê li hûndir in. Tê gotin, ew ê Tirkiye tazmînata Iraqê jî ji pereyên blokekirî ya herêma Kurdistanê bide. Ango cezaya li Tirkiye hatiye birîn jî ew ê bibe sedema xizaniya kurda.

Kin û kurt. Ev tiştê han wekî ‘pêngava serxwebûna aboriya herêma Kurdistanê’ hatibû propagandakirin. Lê rastî tiştek din e. ‘pêngava serxwebûnê’ niha bûye bobelata Kurdistanê. Heyf! Perê kurdan, ev car jî li ser navê ‘serxwebûnê’ bûye gûle û çekên kîmyevî, vegeriya ye kurda!

Nûçeyên Têkildar