Tevî biryara KCK’ê ya bêçalakîtiyê ya piştî erdhejên 6’ê sibatê yên li Mereşê, dewleta tirk êrîşên xwe yên di 17’ê nîsana 2022’yan de li dijî herêmên Avaşîn, Metîna û Zapê yên Herêma Kurdistana Federe yên bi piştgiriya PDK’ê dane destpêkirin, didomîne. Di demeke ku êrîşên hewayî didomin de Hevseroka KCK’ê Besê Hoza ragihand ku biryara bêçalaktiyê heta piştî hilbijartinên 14’ê gulanê dirêj kirine.
Endamê Konseya Rêveberiya KCK’ê Zubeyîr Aydar, têkildarî êrîşên dewleta tirk, biryara bêçalaktiyê ya KCK’ê û di hilbijartinan de rola Tifaqa Ked û Azadiyê ji Ajansa Mezopotamyayê re nirxand.
‘Tevgereke însanî û exlakî ye’
Aydar, diyar kir ku di erdhejên ku navenda wan Kurdistan bûn de zirareke mezin çêbû û trajediyeke mezin qewimî û anî ziman ku KCK’a êşên gel li ber çavan girtin ji ber vê yekê biryara bêçalaktiyê wergirt. Aydar di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Ji bo ku êşên mezintir neyên jiyîn me biryara bêçalaktiyê da. Tevgera me tenê di vê erdhejê de ev yek nekir, di erdheja 1999’an de jî ev yek kir. Ji ber ku em tevgereke însanî û exlakî ne lê mixabin aliyê din qet li gorî vê tevnegeriya û weke berê êrîşên xwe domandin. Ev biryara me ferqa me û ya aliyê din bi awayekî zelal detîne holê.”
‘Tişta ji bo wan girîng berdewama desthilat û ranta wan e’
Aydar wiha domand, desthilat şûna ku birînên erdhejê derman bike, êrîşên xwe didomîne, tu aliyê însanî û exlakî yê vê nîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Desthilata AKP’ê û MHP’ê hewl dide bi darê zorê desthilata xwe bidomîne. Ev tifaq, tifaqa AKP’ê, MHP’ê û Ergenekonê ya sala 2014’an de hatiye avakirine. Li dijî gelê kurd e. Dixwazin tevgera kurd bi temamî tasfiye bikin û bipişivînin. Berhemeke siyasî ya bi temamî li ser tunekirina kurdan hatiye avakirine. Ji ber vê ne erdhej ne jî tiştekî din nikare wan bisekinîne. Di rewşeke asayî de dema hilweşînek û trajediyeke evqas mezin çêbû, welat bi hemû heza xwe heta bi hêza xwe ya leşkerî mudaxile dike û hewl dide birînan derman bike. Lê li vir artêş bê tevger ma. Ji ber ku yên li jor bi gotina ‘Em di nava şer de ne em nikarin artêşê bi tiştên wisa re mijûl bikin’ tevgeriyan. Berdewamkirina êrîşan girêdayî vê ye. Ji bo van çiqas mirov mirine çiqas mexdûr bûne qet ne girîng e. Tişta ji bo wan girîng berdewama desthilat û ranta wan e.”
‘Divê herkes helwestê nîşanî israra şer a desthilatê bide’
Aydar, bal kişand ku tevî daxuyanî û biryara bêçalaktiyê ya Navenda Parastina Gel (NPG), dewleta tirk êrîşên xwe didomîne û bi bîr xist ku KCK’ê tevî vê yekê jî biryara bêçalaktiyê dirêjî heta piştî hilbijartinê kir. Aydar, destnîşan kir ku hilbijartina li Tirkiyeyê bê kirin ji bo herkesê girîng e û pê de çû: “Ev hilbijartin ji bo me jî ji bo hêzên demokrasiyê jî gelek girîng e. Ji berê vê jî ji tevgera me daxwazên wiha hebûn; bila di pêvajoya hilbijartinê de tiştek çênebe, çalakî çênebin, bila ji bo aliyê din hincet dernekevin. Me jî ji bo ku hilbijartin di pêvajoyeke demokratîk de bê kirin, hêzên demokrasiyê xwe rehettir hîs bikin û ji bo desthilatê nebe hincet biryara xwe heta piştî hilbijartinê dirêj kir. Dê piştî hilbijartinê nirxandineke cuda bê kirin. Aliyê din vê hewldana me ya însanî û exlakî ji nedîtî ve tê. Tevî biryara bêçalaktiyê daxuyaniyên ku Tayyîp Erdogan dike û gefên dixwe hene. Dibêje ‘Em ê operasyonan bidomînin’. Diyar dike ku wê li bakurê Kurdistanê, Rojava û Başûr operasyonan bidomîne. Kî çi dibêje bila bêje em vê yekê bersiva li dijî biryara bêçalaktiya hatiye dirêjkirin dinirxînin. Divê biryara me mirovên me û raya giştî pîroz bike. Divê hêzên alîgirê demokrasiyê vê binirxînin.”
Aydar, diyar kir ku divê hemû rewşenbîr û hêzên demokrasiyê li dijî israrkirina dewleta tirk a di polîtîkayên şer de li hemberî biryara bêçalaktiyê helwesteke hevpar nîşan bidin û wiha lê zêde kir: “Divê herkes helwestê nîşanî israra şer a desthilatê bide. Divê ji hemû rewşenbîr, hêzên demokrasiyê, rêxistinên sivîl ên civakî û dostên li cîhanê re vê bêjin; heke biryara bêçalaktiyê ew jî bixwazin, divê vê silav bikin, aliyên wê yên erênî deynin holê û zexta li hikumetê bikin. Ji bo pêvajoya hilbijartinê neyê sabotekirin divê herkes tişta dikeve li ser milê wan pêk bîne. Dibe ku di vê mijarê de kampanyayên îmzeyê, daxuyanî, çalakî û hevdîtin hebin. Em li bendê ne ku di vê çarçoveyê de herkes hesasiyeta xwe nîşan bide.”
‘Di sedsala Komarê de armanc dikin ku serhildana kurdan têk bibin’
Aydar, diyar kir ku polîtîkayên hundir û derve yên desthilatê bi temamî li ser dijiyatiya kurdan e û bal kişand ku ji ber sedsala Lozan û Komarê ye giraniyê didin van polîtîkayan. Aydar, anî ziman ku ji bo Lozan bidome dixebitin, li gorî xwe hin armanc diyar kirine û wiha domand: “Di sedsala Komarê de armanc dikin ku serhildana kurdan bi temamî têk bibin. Li hundir û derve di nava hewldaneke wisa de ne. Bi taybetî di serdemên dawî de êrîş û provokasyonên Tirkiyeyê yên li ser Rojava hene. Li Rojava êrîş didomin. Nikarin operasyonên bejahî bikin. Niha bi piştgiriya Rûsyayê hewldidin bi Sûriyeyê re vê yekê bikin. Hevdîtina Tirkiyeyê ya li Moskowê hewl didin Îranê jî tev li bikin. Biryareke wiha heye. Ev yek bi temamî refleksa polîtîkaya antî kurd a hikumeta tirk a li derve ye. Hemû têkiliyên xwe yên derve li gorî vê sererast dike. Divê gelê Kurdistanê vê yekê li her çar perçe bibîne. Divê polîtîkaya li dijî kurdan a pergala niha Tirkiyeyê bi rê ve dibe bê dîtin û li gorî wê helwest bê nîşandan. Em naxwazin kes bibe palpişta pergala heyî. Divê herkes vê bibîne û li rex hêzên azadiyê cih bigire.”
Tifaqa Ked û Azadiyê
Aydar ê qala tifaqên li Tirkiyeyê kir, anî ziman ku Tifaqa Cûmhûr ku desthilata AKP’ê û MHP’ê ava kiriye dijminê hemû gelan e û ev tişt gotin: “Li ber çavane ku AKP’ê di 20 salan de Tirkiye xist kîjan halî. Heke Tifaqa Cûmhûr qezenç bike ne pêkan e ku mirov qala demokrasiyê bike. Wê kaos çêbibe. Li aliyê din Tifaqa Milet heye. Projeya Tifaqa Milet a ku dewleta ji rayê derketiye li gorî pergala berê ya dewletê restore bike heye. Bi navê ‘Pirsgirêkên Tirkiyeyê’ bernameyeke berfireh aşkere kirin. Lê mixabin di nava vê de qala pirsgirêka kurd a pirsgirêka herî bingehîn Tirkiyeyê nehate kirin. Heta ku rewşa gelê kurd a heq û hiqûqê neyê çareserkirin ne demokrasi pêk tê ne jî çerxa dewletê li gorî tê xwestin dikare bê xebitandin. Li aliyê din, dema em li bernameya Tifaqa Ked û Azadiyê ya bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ava bûye binêrin, wê di rastiyê de ji bo çareseriya pirsgirêkên li Tirkiyeyê bi temamî, ji bo demokrasiya Tirkiyeyê, ji bo nirxên demokratîk ên li Tirkiyeyê bi pêş bikevin bibe garantî.”
Komara Demokratîk
Aydar diyar kir ku Tifaqa Millet niha ji bo xwe alternatîfek afirandiye, lê belê heta niha nikare sîstemeke ku bi sîstema dixwaze Tirkiyeyê demokratîk bike ava bike û got: “Bêguman girîng e ev hikumet biçe, lê dema bicih hat wê jinûve avakirina Tirkiyeyê ancax bi komareke demokratîk pêkan be. Pirsgirêka kurd yek ji wan pirsgirêkan e ku wê bi rêbazên demokratîk çareser bibe. Bi vî rengî Tirkiye dikare demokratîk bibe. Ji vî alî ve bi dîtina min, di hilbijartinê de ya herî girîng ew e ku desthilatdariya heyî di sîstema Serokkomariyê de bi giştî winda bike. Li aliyê din, refleksa herî xurt a Tifaqa Ked û Azadiyê ya li parlamentê ye. Eger li parlamentê bi xurtî bê nîşandan, wê di warê Destûra Bingehîn a nû de destê hêzên demokrasiyê were xurtkirin. Di dema erdhêjeke mezin û krîza aborî de Tirkiye ber bi hilbijartinê ve diçe. Gelên Tirkiyeyê li benda guherîna demokratîk in. Divê her kes li gorî vê helwesta xwe derxe pêş. Di heman demê de divê her kes li hemberî rewşên weke hikûmet hêza dewletê ji bo manîpulekirina sindoqan bikar tîne, encamên hilbijartinê li gorî xwe hîle bike, bi rêbazên cuda bêje ‘ez bi ser kevim’ tedbîran bigirin.”
‘Sedema bingehîn a krîza aboriyê ya li Tirkiyeyê şer e’
Aydar, destnîşan kir ku ev hilbijartin ne ji rêzê ne û anî ziman ku Tirkiye bi temamî ber bi pergaleke dîktatoriyê ve diçe. Aydar, bal kişan ku dema “Pergala yek zilamî” qezenç kir wê her tiştî ji destê gel bistîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê her kesên li Tirkiyeyê dijîn li gorî vê tevbigerin û hêzên demokrasiyê ji bo hîn bêhtir di Meclisê de cih bigirin, bikevin nava hewldanan. Tenê bi vî awayî pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê dikarin bên çareserkirin. Divê her kes vê bibîne; heta ku li Tirkiyeyê pirsgirêka kurd çareser nebe, dê dîktatorên nû werin, dîsa şer çêbibin û aborî dîsa xirab bibe. Sedema bingehîn a krîza aboriyê ya li Tirkiyeyê şer e. Ev 8 sal in hemû çavkanî ji bo şer tên xerckirin. Di vê wateyê de pêwîste hêzên demokrasî û gel vê baş bibînin. Ji bo vê jî bendewariya me ji gel û hêzên demokrasiyê ew e ku di 14’ê gulanê de di nava çarçoveya çareseriya hemû arîşeyan de diyalogê hilbijêrine.”