Sibe, wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Feysel Mîqdad ji bo dan û standinên dualî bi wezîrê karên derve yê Misirê Samih Şukrî re dê li Qahîreyê bicive.
Li gorî ajanseke Rûsyayê, dê Mîqdad bi Şukrî re dosyayên dualî û pêşdeçûnên li welatên ereban û yên navneteweyî nîqaş bike. Ji dema derxistina Sûriyeyê li Komkara Erebî û krîza Sûriyeyê ya 2011′an ve, ev serdana yekemîn a Mîqdad a ji Qahîreyê re ye.
Di sibatê de Samih Şukrî piştî krîza Sûriyeyê cara yekemîn serdana xwe ya fermî ji Şamê re kir. Şukrî di serdanê de bi Beşar Esed û Feysel Mîqdad re civiyabû.