Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

    Çarenûsa Tirkiyê wê ev dengdayîn diyar bike

Parlamenterê Stenbolê yê HDP'ê Mûsa Pîroglû û Hevseroka HDP'ê ya Enqereyê Pakîze Sînemîllîoglû destnîşankirin ku, ev hibijartin dê rejîma Tirkiyê bide diyarkirin û wiha gotin: “Em li vir in, bi hev re ne û em ê bi ser bikevin.”

Parlamenterê Stenbolê yê HDP’ê Mûsa Pîroglû bal kişand ser girîngiya hilweşandina vê sîstemê û avakirina nû û got, “Ji ber vê yekê em dibêjin; em ê destpêkê Erdogan rawestînin û piştre jî ji bo ya nû ava bikin Partiya Çep a Kesk bi rengê herî xurt bixin hundirê meclîsê.”

Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû û Hevseroka HDP’ê ya Enqereyê Pakîze Sînemîllîoglû ji ANF’ê re axivîn. Pîroglû anî ziman ku ew xwe ji hilbijartineke gelekî krîtîk re amade dikin û got, “Ya ku di vê hilbijartinê de dengdan li ser bê kirin guhertina hikumetê nîne, rejîm bi xwe ye. Ya wê Erdogan bimîne û êdî derfetên guhertina hikumetê ya bi hilbijartinê nemîne.”

Pîroglû diyar kir ku divê were dîtin, pêvajoyeke dualî pêk tê û wiha dewam kir, “Em ê vê desthilatdariyê, vê pergala zordar hilweşînin û li şûna wê jî ya nû ava bikin. Eger di avakirina ya nû de kedkar, xizan, bindest, jin nexwedî mafê gotinê bin, mixabin dibe ku dubaretiya ya berê pêk were. Ji ber vê yekê em dibêjin ku em ê destpêkê Erdogan rawestînin, piştre jî ji bo ya nû ava bike Partiya Çep a Kesk bi rengê herî xurt li meclîsê bi cih bikin. Em di nava Partiya Çep a Kesk de ne. Ev yek pêwîstî bû. Em ê bi vî rengî bikevin meclîsê û bi xurtî bibin dengê gel.”

Pîroglû fikarên xwe yên li ser nêzîkatiyên desthilatdariyê anî ziman û got, “Banga min li girseyên gel e; eger em bixwazin kes nikare tiştekî bi me bike. Em xwedî wê hêzê ne ku li pêşiya bibin asteng. Tenê bila mirov xwedî li îradeya xwe derkevin. Li cîhanê mînakên vê yekê hene, dema ku girseyên gel xwedî li îradeya xwe derketin, karîbû hemû lîstikên li pêşiya xwe têk bibin. Em di wê baweriyê de ne ku em ê bi ser bikevin.”

‘jiyaneke nû pêkan e’

Hevseroka HDP’ê ya Enqereyê Pakîze Sînemîllîoglû jî destnîşan kir ku hilbijartin dikare bibe destpêka serdemeke nû û got, “Bi gotina ‘jiyaneke nû pêkan e’ em dikarin hîmên komara demokratîk deynin. Em ê ji zilm, talan, rant a ku 21 sal in gelên me lê rast tên, bibêjin êdî bes e. Em ê li ber şerê li dijî kurdan rabin. Ji bo jin, ciwan, kedkar, karker ji vê dîktatoriyê rizgar bibin em dikevin hilbijartinê. Em li vir in, bi hev re ne û em ê bi ser bikevin. Bi gotina ‘Erê’ ji Partiya Çep û Kesk re em ê bi hev re biguherînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar