Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Li rojavayê Kurdistanê pîrozbahiya 4’ê Nîsanê

Li rojavayê Kurdistanê  ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nêzî 20 salan lê maye 4'ê Nîsanê bi atmosfereke mezin û bi coş tê pîrozkirin.

Îro 4 ‘ê Nîsana 2023’yan e. Dîrokeke girîng ji bo tevahî cîhanê bi taybetî ji bo gelên Kurdistanê weke ji nû ve jidayikbûnê tê ifadekirin. Rêber Abdullah Ocalan dikeve 74’ê saliya  xwe. Di vê roja ku kurd û dostên wan li tevahiya cîhanê bi coş vê rojê pîroz dikin û bi sed hezaran şitl li herêmên Rojava tên çandin, Ev şahî li Sûriye û Qada Şoreşa Rojava ku Rêber Abdullah Ocalan herî zêde lê dimîne bi coşeke mezin tê lidarxistin. Li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kurd, ereb, ermen, aşûr û turkmen beriya deh rojan dest bi şahî û çandina daran dikin.

4 ‘ê Nîsanê ku weke ji vejîneke nû ji bo jiyanê tê nirxandin, ji bo wê  bandoreke çawa li Sûriye û Rojava kir? 1979 ‘an beriya ku Rêber Abdullah Ocalan were herêmê çawa hat bihîstin? Piştre çi qewimî? Ji çûyînen girsêyî ên  kampa Lubnanê ”Beqaa” û pîrozbahiyên 4 ‘ê Nîsanê û dilsoziya bi têkoşîna azadiyê re…

‘Apoyî dihatin bihîstin’

Beriya tevgera ku di salên 1973-1978’an de li Rojava hem jî li tevahiya cîhanê bi navê Apoyî dihate bihîstin, naveroka peyva Apoyî li herêmê zêde nedihat zanîn. Kurdên li Rojava û Sûriyeyê dijîn, hîn dibin ku ev tevger ji bo parastina kurdan derketiye holê, lê difikirîn  ku ev tevger jî wê mîna tevger û serhildanên kurd ên beriya niha bin û  serketineke gelekî mezin nebin û wê temena tevgerê jiyaneke kurt be.  Birdozî û nexşerêya têkoşînê ya ji aliyê tevgerê ve  ku weke Apoyî tên naskirin di demeke kurt de di çapemeniya tevahiya cîhanê de deng veda. Televîzyon, radyo, rojname, hemû saziyen medyayê di weşanên xwe de ‘Apoyî’ di ekranên xwe de didan nîşandan. Piştre wêneyên Rêberê vê tevgerê Rêber Abdullah Ocalan tê weşandin. Tevî ku gelê Rojava nizanin ku di destpêkê de bi hejmarên kêm, wêneyên Rêber Ocalan ên li quncikek ji malên xwe vedişêrin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê me serdana gelek malbatên welatparêz kirin û me dît ku wan wêneyên xwe li gel xwe girtin û gotin, “Dema ku me cara yekem dît, me hîs kir ku wê vejîneke nû be ji yên din cudatir be.”

Di sala 1979 ‘an de dema Rêber Abdullah Ocalan derbasî Rojava bû, li Rojava serdemeke nû dest pê kir. Di demekê de ku siyasetên rêjîma Sûriyeyê yên zordest di dema wê ya herî dijwar de ye derbasî herêmê dibe. Rêber Ocalan û hevalên wî yên têkoşînê ku hatin gundên li ser xeta sînor, li mala nasên wan bi cih bûn. Bi jiyana xwe ya li Kobanê ku nêzî 2 mehan lê mabûn, bandoreke mezin li wê herêmê kiribûn. Her kesî ji wan re got, “Li wir rûdinişt û gelekî pirtûk dixwendin. Sekna wan, mêzekirina wan jî gelekî bandor lê kir. Çûn kîjan malê, li wir bûn mînak. Me nizanîbû ew kî ne, lê me dizanîbû ew ji bo Kurdistanê dixebitin.” Ev naskirina ku li Kobanê dest pê kir li Efrîn, Dêrîk, Qamişlo, Amûde û hwd Li gelek herêmên Rojava belav dibe. Li serê kolanan, li sifreyên xwarinê, di sohbetan de her kes behsa tevgera Apoyî dike. Pêvajo heta sala 1983’yan wisa dewam kir.

‘Serdanên Bekaayê’

Dema ku Rêber Abdullah Ocalan bi navê Heval Elî tê nasîn derbasî  kampa li geliyê Bekaa ya di navbera Lubnan û Şamê de dibe. Ev kamp berê ji aliyê Filistîniyan ve dihat bikaranîn. Kêsen ku ew dîtin û yên ku nedîtin û her kesê ku navê wî bihîst, dest bi lêgerîna wî kirin. Milîtanên tevgera Apoyî yên li herêmê û her kesên xwe digihînin milîsên ku hêdî hêdî ava dibin dixwazin biçin Bekaayê û Rêber Ocelan bibînin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eger ne her mal be, hema hema her ferdekî malbatê çû geliyê Bekaayê û pêşengê tevgerê dît. Bi taybetî bi çalakîya 15 ‘ê Tebaxa 1984’an re ku di nava tarîtiyê de hate avêtin û weke vejîna Kurdan hate ifadekirin bawerî çêbû ku ev tevger ji tevgerên din ên Kurd cudatir e û wê şoreşa Kurdistanê pêk were.

‘Bêhna têkoşînê, encamê şoreşê’

Birdozîya ku Rêber Abdullah Ocalan li herêmê û li tevahiya Kurdistanê belav kir ji bo xwe weke riya rizgariyê dîtin û jiyana xwe ji nû ve ava kirin. Ji 7 salî heta 70’î salî Kurd, Ereb her kes vê weke bêhna jiyan û têkoşîna nû qebûl dike. Hêzên hegemonîk ên ji vê aciz bûn, komploya ku weke komploya navneteweyî tê navkirin di 9’ê Cotmeha 1998’an de destpê kir, îro jî weke tecrîda giran a Îmraliyê didomîne. Tovên têkoşînê ku Rêber Ocalan li Sûriye û Rojava çand, mayîna wî nêzî 20 salan bû sedem ku bi sedan gelê herêmê tevlî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bibe û di sala 2011’an de bibe encamê Şoreşa Rojava.

‘Bi coş tê pîrozkirin’

4’ê Nîsanê roja ku Rêber Abdullah Ocalan ji dayik bûye, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi salan e bi atmosfereke cejnê mîna ku sedsaleke nû ye tê pîrozkirin. Bi rojan berê xwe didin malên ku Rêber Abdullah Ocalan li Rojava lê dima, dar çandin û dîlan tên girtin. Ev çalakî li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê li darxistin. Saziyên li herêmê jî bi rojan berê çalakiyên hunerî organîze dikin, sînevîzyonên wekî dahurandina Rêber  Ocalan û hwd temaşe dikin. Li her bihosteke Rojava ji bo 4’ê Nîsanê çalakî tê lidarxistin û her der bi ruhê 4 ‘ê Nîsanê vediguhere atmosfereke cejnê.

Çavkanî: ANF

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar