PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

‘Êdî bes bi çavên gûmanbar li kurdan binêren’

Prof. Norman Paech astengiya Rektoriya Zanîngeha Hambûrgê û nêrîna dewleta alman li kurdan nirxand û got: “Êdî bes bi çavên gûmanbariyê li kurdan binêrin. Kurd dixwazin pirsgirêkên xwe bi zanyaran nîqaş bike û çareseriyê jê re peyda bike, lê belê hûn asteng dikin."

Konferansên bi navê ‘Rabûna li ber modernîteya kapîtalîst’ heta niha di salên 2012, 2015 û 2017’an de pêk hat û li nava cîhana zanistiyê ya alternatîf deng veda. Konferansa çaremîn wê di 7-9’ê Nîsana 2023’yan de bihata lidarxistin. Konferansa îsal wê bi dirûşma ‘Em cîhana xwe dixwazin’ li salona konferansê ya Zanîngeha Hambûrgê bihata kirin.

Lê belê destpêka vê hefteyê bi hewldana Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn ku saziya îstîxbarata navxweyî ya Almanyayê ye, Rektoriya Zanîngeha Hambûrgê astengî danî pêşiya konferansê. Bi biryara Rektor Prof. Dr. Haûke Heekeren hate qedexekirin ku konferans li kampusa zanîngehê bê lidarxistin.

‘Derba li zanistiya azad’

Komîteya Xwendekaran a Giştî ya Zanîngeha Hambûrgê (AStA), Tevna Lêgerînê ya Alternatîf û Înîsiyatîfa ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, Aştî ji Kurdistanê re wê bihata lidarxistin. Yek ji qisekerên konferansê jî profesorê hiqûqa navneteweyî Norman Paech bû. Prof. Paech ku di navbera salên 1982 û 2005’an de li Zanîngeha Hambûrgê di Beşa Siyaset û Zanistê de profesorê hiqûqa cemaweriyê bû, ji ANF’ê re axivî û biryara rektoriyê bi zimanekî tund şermezar kir.

Prof. Paech biryara rektoriyê ya li ser astengkirina konferansê weke ‘derba li zanistiya azad’ pênase kir û got, “Biryarê ji aliyê zanistiya azad ve hovane dibînim. Ji ber ku bi vê biryarê re pêşî li zanyaran hatiye girtin ku li hev kom nebin û pirsgirêkên cîhanê bi rengekî azad nîqaş nekin.”

Prof. Paech bi bîr xist ku beriya niha di du konferansan de ew qiseker bû û got, “Di vê konferansê de berovajî îdîayên îstîxbarat û rektoriyê bi tu awayî propagandaya PKK’ê nehate kirin. Di serî de pirsgirêka kurd ji bo pirsgirêkên sereke yên li cîhanê li rê û rêbazên çareseriyê hate gerandin. Diyar e asta ku ev konferans gihîştiye û nîqaşên têne kirin hinek tirsandiye û ji ber vê yekê jî zext li rêveberiya zanîngehê kiriye.”

Faşîzma Erdogan gihîştiye heta zanîngeha min

Prof. Paech anî ziman ku biryara astengkirina konferansê bi daxwaza dewleta tirk hatiye dayin û got, “Diyar e destê dirêj ê rejîma Erdogan gihîştiye zanîngeha ku bi salan lê xebitîm. Li ber dikevim ku rêveberiya zanîngehê daxwaza rejîma Erdogan bi cih aniye. Hêvîdarim wê rektoriya zanîngehê dest ji vê biryarê berde û deriyên xwe li konferansê veke.”

Prof. Norman Paech her wiha bang li dewlet û saziyên zanistiyê yên alman kir ku bes bi çavê gumanbariyê li gel û rêxistinên kurdan binihêrin. Prof. Peach got, “Kurd dixwazin pirsgirêkên xwe bi zanyaran nîqaş bike û çareseriyê jê re peyda bike, lê belê hûn asteng dikin. Ev yek ji bo cîhana zanistiyê cihê şermê ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar