Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cumartesi - 21 Eylül 2024

‘Azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan bingeha rojeva me ya têkoşînê ye’

Hevberdevkê Buroya Şewirmendiya DBP’ê ya Enqereyê Mûrat Kayataşdestnîşan kir ku tecrîd sûcê mirovahiyêy û wiha got: “Azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan bingeha rojeva me ya têkoşînê ye.”

Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê bi komploya navnetewî di 15’ê Sibata 1999’an de birin Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê û 24 sal in di bin tecrîdeke girankirî de ye, 25 meh in agahî jê nayên girtin. AKP’ya ku di civîna Desteya Ewlehiya Netewî (MGK) ya 30’ê cotmeha 2014’an de bi “Plana Çokdanînê” ya amade kirî vegerî qodên xwe yên şer, di 5’ê nîsana 2015’an de bi aktîfkirina şertên tecrîda giran a li Îmraliyê re dest bi bicihanîna vê konseptê kir.

Hevberdevkê Buroya Şêwirmendiyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mûrat Kayataş, pergala tecrîdê ya li Îmraliyê û rewşa agahî negirtinê nirxand.

Kayataş, anî ziman ku bi komploya navnetewî ya li ser Abdulah Ocalan hate xwestin ku gelê kurd ji holê rakin û bi lêv kir ku ev polîtîka îro bi pêkanîna tecrîda girankirî tê pêkanîn.

‘Ev tecrîd li dijî pergaleke fikir û nirxan e’ 

Kayataş, diyar kir ku agahî negirtina ji Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin di raya giştî de rê li ber fikaran vedike û wiha got: “Derbarê birêz Ocalan û hevalên wî de fikarên me yên cidî hene. Tecrîda li ser birêz Ocalan ne tenê bi Girtîgeha Îmraliyê bisînor e. Şikandina tecrîda li ser birêz Ocalan û azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan hem ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê hem jî li ser bingeha statuya gelê kurd, pêşeroj û mafê diyarkirina vîn û çarenûsa gelê kurd gelekî girîng e. Ev tecrîd ne tenê tecrîdkirina kesekî ya ji îzolekirina civakê ye. Ev tecrîd li dijî pergaleke fikir û nirxan e.”

‘Divê tecrîd demildest bê rakirin’ 

Kayataş, destnîşan kir ku heta Abdullah Ocalan azad nebe tu pirsgirêkên siyasî, aborî, civakî yen li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn nayên çareserkirin û wiha berdewam kir: “Ji ber vê yekê ji bo pêşeroja gelên Rojhilata Navîn, ji bo çareseriya bi rêbazên aştiyane û demokratîk a pirsgirêka kurd a li Tirkiyeyê û Kurdistanê divê tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin.”

‘Birêz Ocalan ji bo gelê kurd xeta sor e’

Kayataş, anî ziman ku Abdullah Ocalan hêviya jiyanê ya gelan, karkeran, kedkaran û jinan e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan bingeha rojeva me ya têkoşînê ye. Birêz Ocalan ji bo gelê kurd xeta sor e. Ji ber wê yekê polîtîkayên tecrîdê yên niha li Girtîgeha Îmraliyê tên sepandin gefê hem li Tirkiyeyê hem jî pêşeroja gelên Rojhilata Navîn dixwe. Ji ber vê yekê em banga hestiyariyê li muxalefeta civakî, hemû beşên çep, sosyalîst, şoreşger, welatparêzan dikin û wan di çarçoveya rêbazên têkoşîna aştîxwaz a demokratîk vedixwînin têkoşînê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar