Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Çarşamba - 28 Ağustos 2024

Sembola rizgariya mirovahiyê Ocalan e

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan, KCDK-E’yê bi daxuyaniyekê banga tevlîbûna meşa ku di 15’ê nîsanê de ku wê bi dirûşma ‘Azadî ji Rêber Apo re’ were lidarxistin kir û got: “Ocalan sembola rizgariyê ya bingehîn a mirovahiyê ye.”

KCDK-E’yê ji ber erdheja di 6’ê Sibatê de li Kurdistanê çêbûyî, meşa ‘Şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya Strasbourgê û Azadiy Rêber Apo’ paş xistibû. Li ser vê yekê KCDK-E bi daxuyaniyekê banga tevlîbûna meşa ku di 15’ê nîsanê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan were li darxistin kir. KCDK-E’yê got: “Me meşa ‘Şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya Strasbourgê û Azadiya Rêber Apo’ ji ber erdheja 6’ê Sibatê ya li bakurê Kurdistanê, Tirkiye û Rojava ji meha nîsanê re taloq kiribûn.”

Daxuyaniya KCDK-E’yê wiha ye:

“Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser bingeha nirxên şaristaniya demokratîk destpêkek nû ya dîrokî ye. Nexşeya rê ya jiyana hevpar, azad û wekhev a hemû nasnameyên li ber tunekirinê û bindestan e. Bila dost û dijmin her kes zanibin ku di sala 25’an a komployê de êdî em nikarin xwe li tecrîdê rabigirin. Di sala 25’an a komployê de di şexsê Rêber Apo de azadiya nirxên demokratîk ên komunal ên mirovahiyê armanca me ya bingehîn a jiyanê ye.

Sala 2023’yan salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê ye ku piştî şerê parvekirinê yê yekemîn ê hêzên navneteweyî kurd hatin qirkirin û Kurdistan hate parçekirin. Ji bo di vê salê de faşîzma AKP-MHP’ê û mêtingeriya tirk têk bibin, ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêbertî û statuya Kurdistanê em ji bo çalakiyên navendî yên 15’ê nîsanê seferber bibin.

Bi vê armancê wê di 15’ê nîsanê de bi beşdariya ji Almanya, bakurê Fransayê, Swîsre, Belçîka û Hollandayê li Dusseldorfê meşa navendî ya Ewropayê, bi beşdariya başûrê Fransayê li Marsîlyayê, li Norwêc, Fînlandiya, Swêd Stockholm, Goteborg, Kanada, Awûstralya, Qibris, Îngilistan, Awûstûrya, Îtalya û Yewnanistanê meş û mîtîngên ‘Azadî ji Rêber Apo re’ bêne lidarxistin. Ji bo azadiya Rêberê me, gelê Kurdistanê yê li van welatan û dostên me divê tevlî van meş û mîtîngan bibin.

Bi navê KCDK-E’yê em bang li her kesî dikin ku di azadiya Rêber Apo de bigihêjin hev û bi dirûşma ‘Azadî ji Rêber Apo re’ ku sembola rizgariyê ya bingehîn a mirovahiyê ye beşdarî van meşan bibin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar