Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Bayindir: Di 14’ê gulanê de wê serkeftin ya kurdan be

Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir der barê hilbijartinê de got ku: “ Serkeftin a kurdan û dostên gelê kurd e.”

Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Rihayê Kongreya xwe ya Asayî ya 1’emîn li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Rihayê li dar xist. Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê Ayşe Surucu û Omer Ocalan, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê û rêveberên HDP, Partiya Çep a Kesk û gelek kes beşdarî kongreyê bûn.

Bi berzkirina dirûşmeya “Bimre îxanet” bal kişandin ser tiştên ku hatine serê endamê HPG’ê Harun Elbak (Selîm Adiyaman) ku li navçeya Hezexa Şirnexê ji aliyê cerdevanan ve hat girtin û radestî leşkeran hat kirin.

Parlamenter Ayşe Surucu axivî û da zanîn ku ew di pêvajoyek girîng de derbas dibin û ew bi hilbijartinek girîng re rû bi rû ne û dê rejîma yekperest hilweşînin.

Tîfaqa Kurdistanî bînesaziya siyaseta Tirkiyeyê pêk tîne

Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir diyar kir ku gelê kurd li ber xwe da, dide û bedelên mezin dan û wê gelê kurd bi serkeftinek ezamet di 14’ê gulanê de bi ser bikeve. Bayindir destnîşan kir ku hilbijartina dê bê kirin hilbijartineke gelekî stratejîk e û wiha got: “Tifaqa Ked û Azadiyê ku Partiya Çep a Kesk jî di nav de ye, hatiye avakirin. Dîsa di pêşengiya têkoşîna kurdan de tifaqa Kurdistanî pêk hat. Bi van tifaqan li dijî zilma AKP-MHP’ê rêya sêyemîn ava dibe. Tifaqa Kurdistanî dê di 14’ê gulanê de binesaziya siyaseta Tirkiyeyê pêk bîne.”

Bayindir anî ziman ku pirsgirêka kurd bi şer û neyartiyê nayê çareserkirin û got: “Heke ev şer û neyartî bidome, wê krîz hin bêtir kûr bibin. Çareseriya pirsgirêka kurd diyar e. Muxatabê vê yekê jî birêz Abdullah Ocalan e. Rêberê Gelê Kurd rêyên vê çareseriyê dibêje û pêşengiyê dike.”

‘Serkeftin wê ya kurdan be’

Bayindir da zanîn ku kurd ne tenê li Tirkiyeyê, li tevahiya Rojhilata Navîn aktorên sereke ne û wiha axivî: “Em ê vê têkoşînê hîn mezintir bikin. Siyaseta me roj bi roj li pêş dikeve. Em ê di 14’ê gulanê de bi ser bikevin. Ji ber vê yekê divê em bi vê bawerî û girêdanê têkoşîna xwe bidomînin. Divê em li gorî wê bixebitin. Serkeftin a kurdan û dostên kurdan e.”

Di kongreyê hilbijartin bi yek lîsteyê pêk hat û Vahît Akgul û Hamîde Goktaş ji bo hevserokatiya DBP’ê ya Rihayê hatin bijartin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar