Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Mezintirîn zanîngeha Rojava tê avakirin

Projeya avakirina Zanîngeha Rojava li gundê Til Faris ê Qamişlo li ser 800 donimî tê avakirin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê roja 4`ê Nîsanê projeya avakirina avahiya Zanîngeha Rojava da destpêkirin. Proje li gundê Til Faris ê rojavayê Qamişloyê li ser 800 donimî tê avakirin û li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê projeya herî mezin e.

Plansaziya projeyê

Li gorî plansaziya projeyê, dê 12 avahiyên wargehê ji bo xwendekaran û cihên din ji bo fakulteyên zanîngehê bên avakirin. Rûpîvana her avahiyekê jî hezar 440 metreçargoşe ye.

Her avahiyeke wargehê dê ji 5 qatan pêk were, di her qatekê de odeyên xewê, cihên rûniştin û xwendinê û depoxane hene. Di jêrzemînên her avahiyekê de jî 3 strageh û holek hene.

Ji derveyî wargeh û avahiyên fakulteyan, dê 2 stad, sûk û holên werzîşê jî bên avakirin. Ji sedî 70`yê rûpîvana giştî dê ji bo dar û beran bê veqetandin.

Detayên projeyê

Endama Nivîsgeha Endezyaran a Zanîngeha Rojava ku yek ji berpirsên projeyê ye, Roza Mûsa der barê detayên projeyê, lêçûn û dema temamkirin wê de ji ajansa ANHA re axivî û ev agahî parve kirin: “Ev salek e amadekariya projeyê tên kirin. Desteya Darayî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lêçûna projeyê girtiye ser xwe. Tenê lêçûna 2 avahiyên wargehan 30 milyon dolar e. Li her du avahiyên wargehê cihê 700 xwendekarî heye.”

Roza destnîşan kir ku ji ber cihên heyî yên fakulteyên zanîngehên belave , dê piştî temamkirina projeyê fakulteyan jî veguhêzin wê derê û der barê qonaxên avakirina projeyê de ev tişt gotin: “Piştî avakirina her du wargehan dê amadekariyên veguhastina Fakulteya Wêje û Zanistên Civakî bê kirin. Dê cihên wargeh û fakulteyan ji hev cuda bin û di navbera wan de mesafe hebe. Di demên pêş de hemû fakulteyên zanîngehê dikarin bên veguhestin.”

Li gorî Roza Mûsa, ji bo bidawîbûna projeyê bi temamî demek diyar tune ye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar