Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Divê kes bi dek û dolaba nexapin!

Dema hilbijartinan, her ûsa dema projeyan in. Her aliyek bi awayekî projeyên xwe derdixe pêşberî hilbijêran. Lê ew aliyên ku bawerî bi ray û ramanên xwe naynin, bi rêya lîstikan, bi dek û dolaban gavan davêjin. Mixabin, gelek kes jî bawerî bi van lîstikan, bi dek û dolaban tînin. Wekî mîsal, seccadeyê ku Kemal Kiliçdaroglu pêlê kir. Piştî ku wêneya seccadeya pêlêkirî derket, Kemal Kiliçdaroglu uzrê xwe xwest. Got, “Ez lê hay nebûne.” Lê beriya vê beyanê û her weha piştî vê beyanê ev mesele bi rojan hat axaftin. Telewîzyonên AKP’ê bi seccade rabûn, bi seccade rûniştin. Erdogan jî daxilî vê meseleyê bû. Destê wî de seccade derket ser dîkê.

Diyar e, Kemal Kiliçdaroglu bi nezanî pê li seccade kiriye. Uzrê xwe jî xwestiye. Di siyaseta asayî de tiştên usa nabin rojev. Lê hin projeçêker, dixwazin ji vê yekê ji xwe re nan derxin. Niha bi seccadeyê derketin rê, lê ew ê werin ser elewîtiya Kemal Kiliçdaroglu. Derdê esasî ev e.

Gelo van tiştana çima dikin?

Bersîv hêsa ye: Çimkî kesên ku bi vê yekê dixapin, bawerî bi projeçêkera tînin hene. Dîn di destê desthilatdaran de haceta herî xurt e. Desthilatdar vê haceta bi awayek xurt bikartînin. Erdogan jî ji ber vê yekê dixwaze elewîbûna Kemal Kiliçdaroglu ji bo xwe bike derfet. Ji ber vê yekê bi seccadeyê derdikeve ser dîkê. Ev zîhniyet, dikare sibe roj camiyan jî bombe bikin û aliyên din, bi taybet elewiyan tometbar bikin. Her tişt ji wan tên.

CHP’yî jî di vî warî de zîrek in. Ew jî di dema xwe de Kemalîzma xwe ji xwe re kiribûn dîn û li hember herkesî bikardianiyan. Rûmên Stenbolê hatin qetilkirin û nefîkirin. Sedema vê qetlîam û nefiyê jî bombekirina mala Mustafa Kemalê ya li Selanîkê nîşandan. Dû re derket holê ku ew mal ji alî îstixbarata tirka hatiye bombekirin.

Ev lîstikvaniya bingeha xwe ji Osmanî digre, di hîmên dewletê de bi awayekî qaîm cîh girt. Piştî Kemalîstan aliyên Cemaata Gulen lîstik û dek û dolaban bu xurtî bikaranîn. Niha jî AKP û MHP’ê faşîst heman tiştî dikin.

Ez bi hêsanî dikarim bêjim ku berhevkirina 100 hezar îmzeyên Muharrem Înce jî, gengeşiyên bêmane ya li ser ‘çepgiriyê’ jî, hemû projeyên aliyên jixwenebawer in. Yên nikarin bi rê û olaxên demokratîk peyvên xwe bêjin, gel qanî bikin hêvî ji van lîstîkan dikin. Mixabin, kêrî wan jî tê. Niha bi taybet li ser medyaya dîjîtal, alîkarên Kemal Kiliçdaroglu bi Muharrem Înce û seccadeyê re mijûl in. Alîkar û dilsozên Tifaqa Ked û Azadiyê û Tifaqa Demokrasî û Azadiyê ya Kurd jî bi ‘çepgirî û sosyalîstî’ re, bi ‘neteweperwerî’ re, bi ‘terorîstî’ re, ango bi hûrgiliyên ‘projeçêkeran’ re mijûl in. Aşkere ye, heke tu nikaribî rojev çêbikî, ew ê hinekên din rojeva te çêbikin. Yên rojeva te çêbikin jî ew ê hem dema te, hem jî enerjiya te ji te bigre.

Rastî ew ên dewletê nasdikin, ji van lîstikan, ji dek û dolabên bi vî rengî razî ne. Em dikarin bi dek û dolabên bi vî rengî serî derkevin. Lê divê em bîrnekin, di bin hîma aliyên van dek û dolaban pêktînin de, xwîn heye. Ew ji bo desthilatdariya xwe bav û kûrên xwe, zarokên xwe yên şîr dimijin qetil kirine. Ew aliyê ku niha bi xurtî plangeriya dek û dolabên bi vî rengî dikin AKP’yî ne, ew jî xwe wekî neviyên Osmanî binav dikin. Her weha bi salan e ji bo ‘Sîstema Osmaniya Nû’ careke din bikaribin damezrînin kurda qetil dikin. Ji bo siyaseta qirkirinê biserkeve ne tenê dek û dolab, her weha planên qirkirinê, ango ‘plana çokdanînê’ amade dikin.

Bêgûman, kurd bi berdêleke giran be jî berxwe dan û hemû planên wan têkbirin. Lê divê ew ên ku planên mezin yên dagirkeran têkbirin, li ber projeyên wan ên usa hûrik mûrik têkneçin. Bi planên wan nexapin. Enerjiya xwe bi gengeşiyên vala re xerc nekin.

Derdê berxwêderan aşkere ye. Ew ê sîstema takekesî ya faşîst têk bibin û ji bo temsîliyeta aştî, azadî û demokrasiyê jî bi xurtî piştgiriya Partiya Kesk a Çep bikin. Niha ew derfet ji hemî deman zêdetir, heye.

Nûçeyên Têkildar