Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Yan Kurdistan yan neman’

Serokê YNK’ê Bafil Talebanî der barê êrîşa ser Balefirgeha Silêmaniyê de daxuyaniyek da û wiha got: “Ew bi kurdbûna xwe serbilind e. Em êrîşa li ser Balafirgeha Navdewletî ya Silêmaniyê bi tundî şermezar dikin."

Serokê Yekitiya Nîştîmaniya Kurdistanê(YNK) Bafil Talebanî der barê êrîşa ser Balefirgeha Navdewletî ya Silêmaniyê de bi daxuyaniyekê ragihand ku kiryarên tawanan û derbaskirina sînorên başûrê Kurdistanê û Iraqê bi çavsaxî û serpereştiya alî û saziyên emnî ên îstîxbarata navxweyî tên kirin û wiha got: “Ne tiştekî ecêb e û dîrokeke me ya dirêj li gel heye. Lê Silêmanî û dîroka wê, Silêmanî û xelkê wê ji xeyalên vala yên partiyek mezintir û qehremantir in ku navûdengê wê xirab bikin û jiyana xelkê wê xirab bikin. Berê YNK’ê ji bo parastina yekrêzî û bidestxistina berjewendîyên bilind ên gelê me bêhna xwe didan, lê berdewam reftarên ne guncaw ên hin dezgehên ewlekarî yên partiyeke siyasî di bin siya hikûmeteke deshilatdar û serdest de, hemû sînor derbas kiriye û rewş ber bi rawestanê ve biriye.”

Serokê YNK’ê her wiha diyar kir ku ew bi kurdbûna xwe serbilind e û wiha domand: “Kurdistan di dilê me de ye û em ji bo jiyana gelê xwe rû bi rû hemû metirsiyan bûne û dibin. Xirabkirina aramiya Herêm û Silêmaniyê xeta sor e.

Di dawiya daxuyaniyê de Bafil Talebanî got: “Em careke din û bi dengekî bilind dibêjin yan Kurdistan yan neman.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar