Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd derbarê êrîşa li ser Balefirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê de daxuyaniyek nivîskî belav kir.
Letîf Reşîd diyar kir ku operasyonên leşkerî yên dewleta tirk berdewamin û êrîşa herî dawî li ser Balefirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê bû û wiha ragihand: “Ev êrîş, êrîşên dewleta tirk li dijî Iraq û serweriya Iraqê binpêkirinek vekiriye. Tu bingehek yasayî ya dewleta tirk nîne ku bi hinceta hebûna hêzên muxalîf ên li Iraqê, êrîşî sivîlan bike.”
Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd ji ber êrîşan ji dewleta tirk xwest ku daxwaza lêborînê bike û got: “Di egera berdewambûna êrîşan de wê helwestek ciddî were nîşandan.”