Têkildarî êrîşa li dijî Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ji ANHA re axivî.
Mezlûm Ebdî wiha got: “Em HSD′ê, têkiliyên me bi birayên me yên YNK′ê re kevn in û em ê di vê rêyê de dewam bikin. Ji ber ku ev têkiliyên hevbeş di çarçoveya şerê li dijî DAIŞ′ê, pêkanîna ewlehî û îstîqrara herêmê de dikevin xizmetî gelê me. Di vî warî de, odeyên operasyonên hevbeş ên bi çavdêriya Koalîsyona Navneteweyî, tevî hêzên Iraqê û Kurdistanê yên li dijî terorê hene, da ku em bigihînin armanca xwe ya şerê li dijî DAIŞ′ê û pêkanîna ewlehî îstîqrara herêmê. Em birayên hev in û hevalbendên hev ên siyasî ne. ʹʹ
Ebdî anî ziman ku Erdogan vê yekê qebûl nake û li hincet û armancan digire da ku di qonaxa hilbijartinên Tirkiyeyê yên bê de destkeftiyan bi dest bixe. Mezlûm Ebdî got: “Ji lew re dewleta tirk êrîş û destwerdanên xwe yên li herêmê dewam dike da ku planên xwe yên hundirîn û derve temam bike û di hilbijartinan de bixe xizmetî xwe.”