Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Şervan Sason: Em hemû deyndarê Hevalê Fazil in

Fermandarê YPG'ê Sason der barê Fazil Botan de got ku “Bi taktîk û stratejiya xwe DAIŞ hilweşand. Li cihê ku wî koordîne dikir, DAIŞ nikarîbû bi pêş ve biçe. Şoreşa Rojava û mirovahî deyndarê wî ye. "

Ji fermandarên Herêma Cizîrê yên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku bi fermandar Fazil Botan ê ku  di 15’ê Hezîrana 2022’yan li Ewropayê şehîd bû re rêhevaltiyê kiriye got ku li her qadê fermandarî kiriye û wiha got: “Li eniyên şer hemûyan fermandarî kir. Bi taktîk, stratejî û jiyana xwe bû fermandarê me. Min gelek tecrûbe û dersên girîng jê wergirt. Fermandarê me hemûyan bû. Fermandarê serketinê yê demê bû. Şervanên YPG’ê hemû dan ser şopa wî.”

Sason di şexsê fermandar Fazil Botan de şehîdên şoreşê hemû bi bîr anî û diyar kir ku dema DAIŞ’ê êrîşî Cezaayê kir, wî fermandar Fazil Botan nas kir. Li ser têkoşîna li herêma Cezaayê û bandora fermandar Fazil Botan a li ser têkoşînê Şervan Sason wiha axivî: ” Piştî êrîşa li ser Şengalê, DAIŞ’ê bi hemû hêz, teknîk, tank û topên xwe êrîşî herêma Cezaayê kir. Êrîş di asteke welê mezin de bû, ku eger bi ser ketibûya wê bandor li tevahiya Rojava bikira. Lewma dikarim bibêjim ku Cezaa nuqteyeke gelekî hesas bû. Hevalê Fazil berpirsyarê vê eniyê bû. Eniya Cezaa bi temamî ji aliyê hevalê Fazil ve dihate koordînekirin. Em jî weke hêza Qamişloyê tev li pêvajoyê bûn. Me hevalê Fazil li wir dît û nas kir. Li gel wî me gelek tişt nas kir. Di vî şerî de min gelek ders û tecrûbeyên hêja ji hevalê Fazil wergirt. Bi rastî jî hevalê Fazil di vî şerî de bi roleke gelekî mezin rabû. Fermandarê eniyê bû. Fermandarê me hemûyan bû.

Asta hevalê Fazil, stratejî û taktîkên ku wê demê afirand sîstema DAIŞ’ê têk bir. Baweriya DAIŞ’ê ya ji bo serketinê hejand, şikand. Baş tê bîra min, DAIŞ’ê di roja destpêkê de dema êrîşî gelek nuqteyên hevalan kir, gelek ji wan bi dest xistibû. Lê belê hevalan bi çeperên ku li navenda Cezaayê danîn, pêşî li pêşketina wan girtin. Piştre jî hemû nuqteyên ketin destê wan ji çeteyan paqij kirin. DAIŞ a ku jê hebû her gava bixwaze dikare bi pêş bikeve, li Cezaayê bi pêş neket, lewma jî şikest. Me di cîhazê de li DAIŞ’ê guhdarî dikir. Serçeteyên DAIŞ’ê ji hev re digotin, ‘Me di nava 6 saetan de Mûsil bi dest xist, dest danîn ser bi hezaran tank û topan. Me bi hezaran leşker têk bir, bajarekî mîna Mûsilê 6 saetan bi dest xist. Çawa dibe ku hûn bi hêzeke ewqasî mezin û çekên giran nikarin gundekî ji PKK’ê û YPG’ê werbigirin.” Fêm kiribûn ku hevalê Fazil wê derê koordîne dike û şer bi rê ve dibe.”

‘Em hemû deyndarê wî ne’

Şervan Sason di berdewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Hevalê Fazil ji bo piştgiriyê bide ji çiyayên azad ên Kurdistanê tev li Şoreşa Rojava bûbû. Bi tecrûbeyên xwe kir ku li hemberî DAIŞ’ê destketiyên mezin bêne bidestxistin.”

Sason wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo hevalê Fazil gelek tişt dikare bê gotin. Lê belê eger bi hevokekê bê bilêvkirin dikare bê gotin, Şoreşa Rojava û mirovahî bi temamî deyndarê hevalê Fazil in. Deyndarên fermandar û şervanên mîna hevalê Fazil in. Ji ber ku DAIŞ dijminê her gel û mirovahiyê bû. Nirxên mirovahiyê qetil dikir, ji holê radikir. Êrîşî mirovahiyê dikir. Fermandarên mîna hevalê Fazil pêşî lê girtin. Êrîş û armancên DAIŞ’ê têk birin. Keda ku hevalê Fazil di şoreşê de da ji bo me gelekî hêja ye. Jiyan, şer û hevaltiya bi wî re ya li eniyê, ji bo me rûmeteke mezin e. Îdîa û biryardariya wî heta îro jî me xurt dike. Moralê dide me û berxwedan û têkoşîna serketinê ya li dijî dijminê êrîşkar nîşan dide. Bi rastî jî hevalê Fazil gelek tişt da me. Gelek tişt bi dijmin da windakirin.”

‘Fermandarê demê bû’

Şervan Sason anî ziman ku Fermandar Fazil ê li hemû eniyan pêşengî kir, bandor li her kesî kir û got: “Li her eniya şer bû, bi pêşengiyê rabû. Li eniya ku hevalê Fazil lê bû dijmin nekarî serketineke biçûk jî bi dest bixe. Fermandarê demê û serketinê bû. Şervanên YPG’ê hemûyan dan ser şopa wî. Birîndarbûn û şehadeta hevalê Fazil ji bo me êşeke giran e.”

Şervan Sason got, “Windahiyek mezin bû. Gelek şervanên jêhatî û karker li pey xwe hişt. Ji bo vê şoreşê fermandarên mezin afirand. Diviyabû hevalê Fazil van rojên serketina dawî bidîtibûya. Ji bo me êşeke mezin e. Ji ber ku hevalê Fazil jiyana xwe da gel û şoreşê. Diviyabû bidîtibûya ku DAIŞ bi temamî hatiye hilweşandin. Ked û hewldanên hevalê Fazil ên ji bo şoreşê wê ti carî neyên jibîrkirin. Em ê li ser şopa fermandarê xwe hevalê Fazil bin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar