Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê ji bo malbatên ku malên wan di erdheja 6’ê sibatê de xesar dîtibûn re malan peyda kir. Bi koordîneya komînên rojhilat û rojavayê taxa Şêxmeqsûd û bi erêkirina Komîteya Peyman a şaredariyê, ji bo 2 hezar û 300 malbatên ku li qatên bilind ên avahiyên rojhilatê taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiye diman, li rojavayê taxa Şêxmeqsûd mal hatin peydakirin.
Piştî wê biryarê, konên ku li kolan, park û qadên vala de hatibûn vegirtin, hatin rakirin.
Endamê Rêveberiya Komîteya Peymana û Niştecihbûnê ya şaredariyê Menan Ebdî diyar kir ku piştî erdhejê, bi koordîneya rêveberiya şaredariyê û Meclisa Giştî çareseriyek hat dîtin.
Ebdî destnîşankirin ku veguhastina şêniyan bi awayekî birêxistinkirî di navbera komîn û şaredariyê de pêk hat û wiha got: “Veguhastin li gorî du gavan bû, ya yekê bi erêkirina şaredariyê û bilhevkirin komînan. Ya din peymanên nû ji bo şêniyan hatin amadekirin.”