Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Dijminê kurdan ji Yekitiya Netewî ditirse’

Endama Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Sara Reza, bal kişand ser êrîşê dewleta tirk a li ser balafirgeha Silêmanî û got: “Ev êrîş bi armanca qirkirina gelê kurd e û tirsa dijminê gele kurd ya yekîtiya nava kurdan e.”

Dewleta tirk a dagirker êvara 7’ê nîsanê bi balafirên bi çek û bê mirov êrîşî balafirgeha Silêmanî kir. Endama Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Sara Reza ya li ser êrîşê dewleta tirk a li ser balafirgeha Silêmanî axivî, destnîşan kir ku ev êrîş bi armanca qirkirina gelê kurd e. Sara Reza ya bal kişand hilbijartinên ku dê li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bê lidarxistin, îşaret bi pêwistiya yekîtiya kurdan kir û got, “Ji bo wê ger alî yek negrin û neyên ba hev herêma başûrê Kûrdistan û hikumeta başûrê Kurdistanê wê di metirsiyê debe.”

‘Armanca dewleta tirk qirkirina gelê kurd e’

Sara Reza di destpêka axaftina xwe de êrîşa dewleta tirk a li ser balafirgeha Silêmanî şermezar kir û got: “Ev ne cara yekeme dewleta tirk a dagirker sînorên herêma başûrê Kurdistan û Iraqê derbaz dike. Di nava van çend salan de dewleta tirk a dagirker bi awayek berfireh ketine navçeyên Kurdistanê. PDK’ê di van êrîşan de ji Tirkiye re rê xweş dike. Wek tê dizanin dewleta tirk a dagirker geştên ji bo balefirgeha Silêmanî rewestandin û piştre jî êrîş kirin bi hêceta ku tevgera PKK’ê li herêmê heye êrîş dike, lê belê armanca dewleta tirk a dagirker diyare dixwaze gelê kurd qir bike û hemû dewlemediyên wê dagir bike.”

‘Dewleta tirk dagirker ev 100 sal e hewla ji holê rakirina gelê kurd dide’

Sara Reza bal kişad li ser rewakirina êrîşên dewleta tirk a dagirker ji aliyê berdevkê hikumetê başûrê Kurdistanê ve û wiha got: “Dewleta tirk dagirker ev 100 sal e hewla ji holê rakirina gelê kurd dide, li pişt wê jî bi hevkariya PDK’ê êrîşî herêma Kurdistanê dike. Berdevkê hikumetê herêma Kurdistanê van êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser nevçeyên Kurdistanê rewa dike. Em jî daxwazê ji hikumeta Îraqê dikin ku serweriya xaka xwe û Kurdistanê biparêzin. Tu deman dijminê kurd weke niha bê hêz nebûye û kurd xwedî hêz û proje nebûye. Niha kurd di navxweyî de nû bûye bi pêşengtiya jinan şoreşê dikin. Ji ber wê em daxwazê ji hemû aliyan dikin yek bigrin û ji bo pêkanîna yekîtiya netewî werin ba hev.”

‘PDK bûye amûrê destê dewlet tirk’

Sara Reza bal kişand li ser pêdiviya yekîtiya netewî ya gelê kurd û wiha dom kir: “Yekîtiya netewî ya kurdan ji bo dewleta tirk a faşîst û dijminê kurdan bûye cihê tirsê. Ji ber wana hertim hewil daye gelê kurd parçe parçe bikin. Her dema ku gelê kurd dema ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan li gel hêzek din rûne dijmin hewil dide têk bide. Silêmanî di pirsa netewî û nîştîmanî de pêşeng e. Ji ber wê rastî êrîşan hatiye, divê demê de ji derveyî PDK’ê hemû alî nerazîbûna xwe diyarkirin. Divê hemû kes ji aliyê xwe ve helwesata xwe nîşan bide, ji ber dewleta tirk a dagirker ev ne cara yekem e ku êrîş dike. Divê kesên siyasetmedar, çinê kesên kedkar û bi taybet jin ji bo yek parçeya xakê Kurdistanê xwedî helwest bin. Di demek weke niha de peymana Lozanê bi dawî dibe û dawî li desthilata AKP-MHP’ê tê, sedemek din yê êrîşkirina dewleta tirk a dagirker li ser balafirgeha Silêmanî ji ber nêzîkbûna hilbijartinên li Tirkiye ye, ev hilbijartine diyarkirina çarenûsa gelê kurd e û em li benda serkeftinê ne.”

‘Yekîtî nebe wê destkeftiyên herêma başûrê Kurdistanê ji holê rabin’

Sara Reza di dawiya axaftina xwe de got: “Aliyên siyasî yên herêma başûrê Kurdistanê ji sala 1991’an heta niha, ger xwedî helwestek cidî bûna, dewleta tirk û Îran a dagirker nedikarîn êrîş bikin. Mixabin piştî 31 salan di hikumet û aboriya serbixwe de maliyeta herêma başûrê Kurdistan radestî hikumeta Îraqê kirine. Ji bo wê ger alî yek negrin û neyên ba hev herêma başûrê Kûrdistan û hikumeta başûrê Kurdistanê wê di metirsiyê de be.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar