Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Rewşa Efrînê ji ya Şengalê zehmettir e’

Jineke êzidî ya ji Efrîn a dagirkirî rizgar bû, diyar kir ku bûyerên li Efrînê diqewimin ji yên li Şengalê zehmettir e û qala hovîtiya çeteyên dewleta tirk a li nava Efrînê û zindanan kir. Ji bo wê jî bang kir ku Efrîn tavilê bê rizgarkirin.

Efrîn ku 5 sal in di bin dagirkeriya dewleta tirk a qirker de ye, bûye navendek ji kiryarên li dijî mirovahiyê. Revandina mirovan, kuştin, guhertina demografiyê bûne kiryarên rojane li Efrînê. Zilm û zordarî herî zêde li êzidiyên li Efrînê tê kirin. Jineke êzidî ya ku ji Efrîna dagirkirî rizgar bû û xwe li Şehbayê girt, qala kiryarên hovane yên li Efrînê kir.

Jin a ku 2 caran ji aliyê çeteyên dewleta tirk ve hat revandin û ji ber ewlehiya malbata xwe ya li Efrînê nexwest navê xwe aşkere bike, bi taybetî bal kişand ser hovîtiya çeteyên dewleta tirk ên li hemberî jinan.

Êzidiya efrînî diyar kir ku çeteyên dewleta tirk rojane diavêjin ser malan, dest diavêjin jin û keçên temen biçûk û got, “Bi taybetî jî êrîşî êzidiyan dikin. Êvarê dema em di xew de bûn diketin malan û li me dixistin. Lê ji ber tirsê me nedikarî dengê xwe li wan bikira. Bûyerên ku li Efrînê diqewimin ji bûyerên li Şengalê zehmetir in.”

Îşkence li jinên girtî dikin

Jina efrînî qala girtina xwe ya cara yekem û kiryarên li zindanê kir û got, “Ji dema dagirkirina Efrînê û vir ve 2 caran hatim girtin. Di havîna 2021’ê de çeteyan 2 hezar dolarên amerîkî ji me xwestin ji bo em neyên girtin. Lê belê ji ber ku rewşa aborî ya me nebaş bû, ez hatim girtin û nêzî mehekê li zindanê hatim hiştin. Jinên ku bi min re di zindanê de bûn ji min re digotin ev zindana li Marê ye. Li zindanê derdora 60 jin hebûn. Li wir ji ber çeteyan madeyek avêtin ser çavên min, ez ji ser hişê xwe çûm. Ji ber wê hîn jî çavên min baş nabînin. Jinên ku dihatin girtin jî bi eynî tewanê  dihatin girtin û pere ji malbatê dihate xwestin. Yên ku pere didan derdiketin û yên ku nikaribûn pere ji wan re kom bikin di zindanê de diman. Li zindanê zextên psîkolojîk û fîzîkî li jinan dihatin kirin. Li pêş me dest diavêtin jinan. Her wiha zivistanê jin tazî li zindanê dihiştin. Hin jin jî heta sibehê dixistin nav avê cemidî, neynûk û porê wan jêdikirin. Hemû jinên li zîndanê kurd û ji Efrîn û gundên derdora wê bûn. Hin jin da ku ji wê zilmê xilas bibin zarokên xwe tev li çeteyan dikirin.”

‘Kêr û hesin bi agir germ dikirin û bi bedena me ve dikirin’

Jina êzidî ya Efrînî qala girtina cara duyemîn kir û anî ziman ku îşkence li wê kirin û got, “Cara duyem bi heman tawanê ez mehekê hatim girtin. Em birin malek li binê erdê, li wir her jinek di odeyekê de bû. Li her odayekê zincîrên hesin hebûn, ku pê mirovan îşkence bikin. Li wê zindanê me tenê dengê hev dibihîst dema îşkence li me dikirin. Ji ber tarî bû ne diyar bû eger sibehe an êvar e. Dema baran dibarî me dizanî ku em di binê erdê de ne, ji ber ava baranê di hin derizandinên zindana ku em tê de  re dihate ser me. Di wir de lêdan li min dihate kirin,  kêr bi agir sor dikirin û didan ser laşê min. Dîsa boriyên avê yên hesin ser bi agir germ dikirin û lingê min dişewitandin. Her wiha wiha dema dihatin malên me û ez digirtin laşê zarokê min ê 7 salî bi cixareyan dişewitandin, zilma wan zêdetir li ser jin û zarokan e.

Her wiha li wê zindanê çeteyan bi kêrê guhê jinekê qutkirin, piştî wê ew jin ji ser hişê xwe ve çû. Av û xwarin ji me re nedihat, bi mehan jin di wan zindanan de bê xwarin diman, digihêje astekê axa dîwara zîndanê an jî lawirên piçûk dixwarin. Min devê xwe ber ava baranê vedikir û wisa av vedixwar. Dema berpirsiyarê wan dihate amûrek hesin destê wî de weke şûrê xuya dikir û bi zimanê erebiya resen diaxivî û çavê me her tim di erdê de bû û cilên wan weke fistanan diyar dikirin.”

Jina êzidî ya efrînî qala bûyereke ji kiryarên çeteyan ên li Efrînê jî kir û got, “Li gundê me dibistanek hebû, ew dibistan kiribûn zinda. Zilamek anîn piştî ku roj çû ava kûçikeke har û xistin odaya zilam. Deng û hawara zilam heta esîmanan vedida ku îndad û xelasiyê dixwaze. Lê belê bi ber dengê hawara zilam re çete dikeniyan digotin bila her kes bibîne em çawa însana dikujin. Heta sibê kûçik derxistin devê wî hemû bi xwîn bû, zilam xwaribû her wiha bi boriyên avê  ya dibistanê re xwîn dihat piştî wê çeteyek hat û hestiya zilam xistibûn torekî û avêt û weke vê mijarê bi sedan li Efrînê hene.”

Di dawiyê de banga xwe li saziyên navneteweyî kir ku Efrîn ji destê wan çeteyan xilas bikin ji ber gel di zilmeke mezin de ye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar