Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

‘Fikrên Rêber Apo di nav dil û mejiyê me de hatiye çandin’

Şêniyên herêma Firatê gotinku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîda li ser gele kurd e û wiha domand: “Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê bi şev û roj li qadan bin. Fikrên Rêber Apo di nav dil û mejiyê me de hatiye çandin.”

Li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nerazîbûn dewam dikin. Welatiyên Herêma Firatê diyar kirin ku heta azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk were, dê li qadan li ber xwe bidin.

‘Abdullah Ocalan ji bo wan hebûn û destpêka jiyaneke nû ye’

Cîhan Bozan anî ziman ku, Abdullah Ocalan ji bo wan hebûn û destpêka jiyaneke nû ye û wiha got, “Rêberê me di encama komployek navneteweyî de dîl hate girtin. Qaşo dewletên parastina maf dikin, dibêjin em parastina mafê gelan dikin. Lê ev dewlet ji bo berjewendiyên xwe xwedî li tiştekî dernakevin. Mafekî herî rewaye ku Rêber Apo bi parêzer û malbata xwe re hevdîtin pêk bîne. Lê ev maf ber çavê cihanê tê astengkirin. Em dixwazin agahî ji Rêberê xwe bigirin, divê ev rewş bê zelalkirin. Armanca dijmin têkiliya di navbera gel û Rêbertî qut kirine. Lê divê bê zanîn ku fikrên Rêber Apo di nav dil û mejiyê me de hatiye çandin. Em bi Rêber Apo re dijîn. Dijmin dixwaze em teslîm bibin û dev ji doza xwe berdin. Lê bila baş bizanibin em ê zîndana Îmraliyê hilweşînin û Rêberê xwe azad bikin.”

‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’

Emîna Yasîn jî destnîşan kir ku serokkomarê tirk Tayîp Erdogan bûye sedema gelek komkujiyan û got ku divê Erdogan bê cezakirin û girtin. Yasîn anî ziman ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan demildest bê azadkirin û wiha dewam kir, “Weke dayikên şehîdan em ê zîncîra Îmraliyê bişkînin û Rêberê xwe di aliyê fîzîkî de azad bikin. Divê em hemû kurd û tevahî gelên bindest rabin ser piyan. Azadiya Rêber Apo azadiya me ye. Heta Rêber Apo azad nebe, em jî azad nabin. Em ê bi berxwedaniya xwe azadiya Rêber Apo ya fîzîkî misoger bikin.”

‘Em ê bi berxwedana xwe azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin’

Rûken Temo jî da zanîn ku, heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan misoger bikin, wê weke ciwanên kurd li qadan di nava çalakiyan de bin û got, “Bi ruhê ciwantiyê em ê Rêberê xwe di aliyê fîzîkî de azad bikin. CPT’yê piştî 6 mehan daxuyanî da, lê têkildarê rewşa Rêberê me agahiyên zelal neda. Em ê bi berxwedana xwe azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar