Di ser koça nivîskar, rojnamevan, rexnegir û senarîst Evrîm Alataş re 13 sal derbas bûn. Alataş ku di 15’ê nîsana 1976’an de li gundê Golpinar ê navçeya Arganê ya Meletiyê çêbû, wekî her zarokên kurdan ew jî bi zilma dewletê re rû bi rû ma. Alataş ku bi zext, binçavkirin û avêtinên ser malan re rûyê rast ê dewletê dît, li gundê xwe dibistana seretayî û navîn xwend û paşê malbata wê bar kir çû Stenbolê. Alataş, li vir heta demekê di atolyeya tekstîlê de xebitî û paşê, di sala 1994’an de, di Rojnameya Yenî Polîtîkayê de dest bi rojnamevaniyê kir.
Alataş paşê di rojnameyên Demokrasî, Ozgur Bakiş û Ulkede Ozgur Gundemê nûçegihanî û edîtorî kir û her wiha ji rojnameyên Evrensel, BîrGun û Ozgur Polîtîkayê re jî nivîsî. Alataş ku di quncika xwe ya bi navê” Fîncan Hanimê” ya Ozgur Gundemê de bi zimanekî hicwî tiştên hatine serê gel nivîsî, di kovarên wekî Esmer, Bîrîkîm, Amargî, Siyasî û Tîrojê de jî gelek gotarên wê hatin belavkirin. Ji xeynî vê Alataş di Radîkal Îkî’yê de û di Tarafê de jî bi quncika bi navê “Kurtler Vadîsî” nivîs nivîsîn. Di sala 2003’yan de ji Weşanên Aramê bi navê “Mayoz Bolunme Hîkayelerî” pirtûka wê weşiya. Di vê pirtûkê de çîrokên trajîkomîk ên li Kurdistanê hene.
Min dît
Pirtûka wê ya bi navê “Her Dağın Gölgesi Deniz’e Düşer” jî di sala 2009’an de ji Weşanên Îletîşîmê derçû. Alataş, di vê pirtûka xwe de bi çavên zarokekî behsa ji pêşengên nifşê 68’an xalê xwe Teslîm Tore, Mahîr Çayan û Denîz Gezmîş dike. Senaryoya fîlmê metrajdirêj ê bi navê” Min Dît” nivîsî ku ev fîlm behsa sê zarokên ku li Amedê dê û bavên wan ji aliyê JÎTEM’ê ve hatine kuştin dike. Fîlm, di Festîvala Fîlman a Porteqala Zêrîn a Antalyayê ya 46’an de xelat wergirt. Alataş, xelata xwe diyarî Ceylan Onkol kir ku di 28’ê îlona 2009’an li Licêya Amedê hat kuştin.
Alataş, ji ber nexweşîna pençeşêrê di 12’ê nîsana 2010’an de li Amedê jiyana xwe ji dest da. Alataş, berî ku jiyana xwe ji dest bide pirtûka xwe ya bi navê “Bîz bû dagin çîçegîydîk” weşand.
Abdullah Ocalan: Ez li ber ketim
Gava Alataş jiyana xwe ji dest da, Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di hevdîtineke xwe de ya bi parêzeran re got: “Ez li ber ketim. Ez sersaxiyê dixwazim. Min çend nivîsên Evrîmê xwendibûn. Bi taybetî jî min nivîsa wê ya li ser gundê wê û der barê zarokên kurdan de pir ecibandibû. Ez dizanim ku ew Meletiyê, bîranîna Zeyneb (Zîlan) û Muslum Dogan ku xwe ji bo gelê xwe feda kirin, esas digirt. Min ji nivîsa wê ev encam wergirtibû. Gelê kurd û ciwanên Meletiyê divê girêdayî bîranîna Evrîmê, Zîlanê û Muslum bin.”
Sîbel Guler (hevala Evrîm Alataş) ku ew û Alataş bi hev re di Rojnameya Ozgur Gundemê de xebitîne, behsa Alataş kir.
Jineke kurd a wêrek
Guler ku di sala 1998’an de Alataş nas kiriye û di sala 2006’an de bi wê re di Rojnameya Ozgur Gundemê de xebitiye, anî ziman ku gava wê Alataşê nas kiriye ew edîtora kovara Yûrtsever Gençlîkê bûye û Alataş jî nûçegihana Ulkede Ozgur Gundemê bûye.
Guler behsa Alataş û rojnamevaniya wê kir û got: “Behskirina kesên çûyî pir zor e. Hele jî yên di dil û mêjiyê kurdan xwe xwedî şop. Em çi qasî behs bikin jî wê nîvco bimîne. Evrîm Alataş, beriya her tiştî keseke xwedî wijdan bû. Jineke kurd a wêrek bû. Pênûseke kedkar a Ozgur Gundemê û çapemeniyê bû.”
Nûçevaniya jinan û mafan
Guler ku got “Hevrêtiyeke pir xweş bû” anî ziman ku Alataş keseke pirrengîn bû û got ku eîdtoriya rûpelê, rêveberiya rojnameyê û berpirsiyariya pêvekên rojnameyê hilgirtiye. Guler bilêv kir ku Alataşê di mîhrîcanên çandê de jî cih girtiye û got ku li çar parçeyên Kurdistanê bi wêjekaran re civiyaye. Guler wiha behsa Alataş kir: “Di warê nûçevaniya mafan û jinê de, karên girîng dikirin. Di vî warî de pir baldar bû. Gava nûçe temaşe dikirin, li hûrguliyên wan baldar bû. Bi taybetî pir girîngî dida zimanê nûçeyê.”
Guler bilêv kir ku gava Alataş bi pençeşêrê ketiye jî xwe ji nûçeyên ku ji bo wê “xetere” bûne jî dûr nexistiye û got: “Di Adara 2006’an de gava li Mûşê 14 PKK’yî bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin, cenazeyên şeşan ji wan anîn Amedê. Bi hatina cenazeyan re çalakî dest pê kirin. Kesî nikaribû pêşî li Evrîmê bigire, ji bo şopandina çalakiyan. Baş tê bîra min çendî dermanên kemoterapiyê bandor lê dikirin jî li Rezanê em kuçe bi kuçe li dû nûçeyan bûn. Gava me ew çalakî dişopandin, ji Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) hevalek geriya got, ‘Xwişka Evrîm gel qereqolê bi dest xistiye’. Gava ev bihîst, kesî hew karibû wê zevt bike. Çendî pir bêhal bû jî, ji dêvla ku biçe malê çû ajansê. Yanî ji bo her nûçeyeke der barê kurdan de bi berpirsiyariyeke mezin tevdigeriya.”
Jin û mîzah
Guler diyar kir ku Alataş zimanê mexdûriyetê tamûl nedikir û got: “Hêla wê ya mîzahê di Rojnameya Ozgur Gundemê de tiştekî ewil bû. Ê ku di Ozgur Gundemê de di warê mîzahê de jinê da der Evrîm Alataş e. Evrîm, jina ewil e ku di Ozgur Gundemê de bi zimanekî mizahî nivîsand. Digot, ‘Em jin, hinekî jî bi ken pergalê xera bikin.'”
Guler bal kişand ser quncika bi navê “Fîncan Hanim” a Evrîm Alataş ya di Ozgur Gundemê de jî û got ku “Fîncan” jineke ku li Wan dima û ji tu tiştî neditirsiya û jineke axivok bûye û Evrîm jî ji ber vê navê wê li quncika xwe kiriye. Gulerê wiha domand: “Evrîm, digot ‘Mîzah çeka yên din e. Em divê wekî Fîncanê bi axivokî vê çekê bi kar bînin.’ Ev qunciknivîsên wê di heman demê de nîşan didan ku bê çi kurdan û jinan diêşîne. Quncika wê hat hezkirin. Ne tenê xwendevan, li ku bûna ew der dikenand. Ji lew re ji zimanekî girîkokî û mexdûr hez nedikir.”
Guler da zanîn ku Alataş ji Amedê pir hez dikir û got ku di sala 2005’an de gava nexweşîna wê xwe daye der, biryar daye ku li Amedê bi cih bibe. Guler di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ji Stenbolê vegeriya Amedê. Amedê wekî axa xwe dihesiband. Pêwendiya wê ya bi Amedêr e pir xurt bû. Evrîm Alataş, deng li dengê kurdan bar kiribû û keseke gelekî rengîn a çapemeniya azad bû. Rûyê çapemeniya kurdî ya netepisandî bû.”