Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku çeperên berxwedanê yên li Zap û Metîna hatin bombekirin.
Di daxuyaniyê de derbarê êrîşan de ev agahî hatin dayîn:
“1. Li herêma Zapê
Di 10’ê nîsanê saet 14:00, 17:20, 19:00’an de ji aliyê artêşa tc a dagirker ve li dijî çeperên me yên berxwedanê yên Sîda êrîş hatine kirin, hêzên me ji bo parastina xwe bersiv dane û 3 caran şêr çêbûye.
- Êrîşên artêşa tc a dagirker;
Di 10’ê nîsanê de herêmên Golka û Girê Çarçêl ên Metîna du caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
Di 10’ê nîsanê de çeperên me yên berxwedanê yên li Qada Girê Çarçêl a Metîna, Çemço û Sîda 37 caran bi obus, tank û çekên giran hatine bombekirin.”