Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dorpêça li ser Koçberên Efrînê derexlaqî ye

Dorpêça li ser koçberên Efrînê ya hikûmeta Şamê hemû rêgezên mirovî bin pê dike. Tenê daxwaza koçberan rêdayîna pêwistiyên jiyanî û vekirina rê yê.

Li gel şert û mercên zehmet ên koçberiyê, dorpêça hikûmeta Şamê, pê re jî nebûna pêdiviyên bingehîn ên jiyanê, êşa koçberên Efrînê yên li kampên herêma Şehbayê dimînin, girantir kiriye.

Têkildarî mijarê, koçberên li Kampa Serdem a navçeya Ehdas a Şehbayê dimînin ji ajansa me re axivîn.

‘Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin’

Têkildarî mijarê Arif Bekir got: “Ferzkirina dorpêçê li ser xelkê herêmê neheqî ye. Em sedema wê fehm nakin. Di vê meha rojiyê de em dixwazin li ber roniyê fitara xwe vekin. Lê ji ber nebûna mazotê rojê tenê 2 saetan kehrebe tê. Zarokên me di tariyê de dijîn. Çi gunehê me û wan heye! Ma cîhan vê rewşê nabîne? Lê ruxmî her tiştî jî em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.”

‘Jiyan pir zahmet derbas dibe’

Rengîn Mihemed got: “Em li kampan gelek zehmetiyan dikişînin. Dorpêça li ser Heleb û Şehbayê bi taybetî li koçberan bandorek neyînî kiriye. Ji ber dorpêçê mazot û topên gazê nayên peydakirin. Ji ber xeteriya derketina şewatê, em nikarin di hundir konan de agir jî pêxin. Bi taybet di Havînê de gelek bûyerên şewatê derdikevin. Divê rê werin vekirin û ev dorpêç li ser herêmê rabe, sotemenî û gaz derbas bibin.”

‘Dorpêça Şamê nemirovî ye’

Zelûx Omer got: “Ev zêdetirî 5 sal e em li Şehbayê dijîn. Zivistanan li ber sermê, havînan jî li ber germê dijîn, zarok û kal û pîr nexweş dikevin. Tevî vê rewşê jî hikumeta Şamê dorpêçê li ser me ferz dike û nahêle sotemenî û gaz derbasî herêmê bibin. Em ji bo xwarinê çêkin paporan bi kar tînin, lê bikaranîna wê jî xetereyê çêdike. Em newêrin êzingan jî di hundirê konan de bişewitînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar