Li girtîgehan pêkanînên derî mirovahiyê, zext, êrîş û gefxwarin didomin. Girtiyên ku ji mafên xwe yên herî mirovane bêpar tên hiştin, di şert û mercên herî giran de têdikoşin. Ji girtîgehên ku îşkence qet lê kêm nabin yek jê jî Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê ye. Ciwanê bi navê Serhat Kayan ku di sala 2020’î de bi îxbara cerdevanan li Besta Sor a girêdayî bajaroka Dêrgûlê ya Şirnexê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin, salekê di Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê de ma û piştre sewqî Girtîgeha Kayseriyê hat kirin. Kayan ku mehek berê ji girtîgehê derket, behsa binpêkirinên mafan ên li girtîgehê kir.
‘Bi îşkenceyê dixwestin ku me teslîm bigirin’
Serhat Kayan anî ziman ku ew roja ewil rastî îşkenceyê hatiye û wiha axivî: “Cerdevanan ez îxbar kiribûm û ji ber wê hatim binçavkirin. Piştre jî ez hatim girtin. Dema ez hatim girtin, ez birim Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê. Dema ez ketim girtîgehê, lêgerîna tazî li min ferz kirin. Lê ez li ber vê rabûm û min ji wan re got, ‘Ev tişta ku hûn dikin li dijî mirovahiyê ye.’ Piştre li min xistin. Li hemberî îşkenceya wan me serî netewand. Piştre ez derbasî qawîşa siyasiyan bûm. Li vir jî zextên wan ê li ser me kêm nedibûn. Dixwestin ku em weke wan tevbigerin. Her roj îşkence li me dikirin, em bi erdê ve kaş dikirin. Bi îşkenceyê dixwestin ku me teslîm bigirin. Lê çi qas îşkence bikirana jî me serî neditewand.”
‘Divê tu kes bêdeng nemîne’
Kayan, di berdewama axaftina xwe de bi lêv kir ku êrîş û zextên li ser girtiyan qet kêm nebûne û wiha got: “Hevdîtinên bi telefonê û hevdîtinên bi malbatan re tim qedexe dikirin. Lê me bi dirûşmeyan bersiv dida van qedexeyan. Tişta ku li me ferz dikin, me ew qebûl nedikir. Ji ber ku dema mirov qebûl dike êrîşên wan zêdetir dibûn. Ev zilma wan îro jî berdewam dike. Lê çi dibe bila bibe divê mirov serê xwe netewîne. Li Girtîgeha Şirnexê, hevaleke jin tenê hebû. Ew jî dihat îşkencekirin. Bi van êrîşan dixwazin qira gelê kurd bînin. Bi girtîgehan xwestin ku gelê kurd bitepisînin, niha jî vê li ser civakê ferz dikin. Lê divê mirov bêdeng nemîne. Çi ji destê mirov bê divê mirov bike. Hewce bike divê malbat li ber girtîgehan bisekinin, nobeda edeletê bidin destpêkirin.”
Daxwaza xwedina sirûda tirk
Kayan diyar kir ku di serdegirtina qawîşa wan de ji wan hatiye xwestin ku sirûda tirkî bixwînin û ev tişt gotin: “Beriya ku ez sirgûn nekiribûm gardiyan hatin ji me re gotin, ‘hûn ê ‘sûrida îstîklalê’ bixwînin’, me jî qebûl nekir û nexwend. Piştre êrîş li me kirin. Destê hevalên me şikandin, em bi erdê ve kaşkirin û ji me re gotin, ‘hûn ê hêza tirkan bibînin, silavên Esat Oktay ji we re hene’ û bi vî awayî gef li me xwarin. ‘Sirûda Îstîklalê’ li me ferz dikirin.Tişta ku nedikarî bikin xwestin li ser me pêk bînin û encamekê bigirin. Lê belê negihîştin armanca xwe. Piştre em hemû sirgûn kirin. Di dema sirgûnê de jî ferman dan gardiyanan, gotin,’hûn tasek avê nadin van.’ Hevalên me yên nexweş hebûn. Li hemberî vê jî nerazîbûna me çêbû.”
Kayan bang li raya giştî kir ku di vî warî de hesas bibin û bibin dengê girtiyan.
‘Her roj îşkence hebû’
Kayan bi domdarî got ku di dema sewqkirinê de îşkence hîn zêdetir bûye û axaftina xwe wiha qedand: “Îşkenceya wan tu carî bi dawî nebû, her roj îşkence hebû. Her roj li ser pêyan nîzama leşkerî li me ferz dikin. Me ev qebûl nedikir. Piştra yek bi yek bi milê me digirtin û em diavêtin derve. Me bi dirûşmeyan bersiv dida van êrîşên wan. Piştre bi jopan li pişta me û serê me didan. Pirtûkên me hemû desteserkirin. Bi keyfî digotin, ‘ev pirtûk qedexe ye.’ Piştre pirtûkên ku ji hişmendiya wan re xizmetê dike didan me. Heta ji Şirnexê em birin Kayseriyê ev îşkence berdewam kir. Muxatabek nebû. Di dadgehan de me derdê xwe ji dozgeran re digot, wan jî guh li me nedikir. Me digot, wê tiştek bi hevalên me bibe dê cenazeyên me derbikeve. Hevalên me birindar kirin, lê piştî 4-5 saetan gazî ambulansê kirin. Ji dewletê re ne xem bû. Dema ku me xwarina wan nedixwar cezayê disîplînê li me dibirîn. Dema ku malbatên me dihatin hevdîtinê jî em yek bi yek dibirin hevdîtinê û 10-15 gardiyan bi her hevalekî re diçû. Ava me nedihat.”