Wezareta Parastinê ya Ermenistanê ragihand ku di şer de 4 leşker mirine, 6 jî birîndar bûne.
Wezareta Parastinê ya Azerbaycanê jî diyar kir ku 3 leşkerên azerî mirine, têkildarî birîndaran agahî nehate dayin.
Wezareta Parastinê ya Azerbaycanê îdia kir ku ji nêzî Dyg ê li nêzî sînor hêzên ermen gule berdane çeperên azeriyan.
Wezareta Parastinê ya Ermenistanê jî ragihand ku roja sêşemê bi dema herêmî saet di 16:00 de leşkerên azerî gule berdane leşkerên ermen ên karê endezyariyê dikirin.
Ev herdu komarên Sowyeta berê yên li Kafkasan di sala 2020’î û de ji bo kontrolkirina Qerebaxê ji bo demeke kurt bi hev ketin. Azerbaycan ku piştgiriyeke yekser ji dewleta tirk wergirt, di vî şerî de gelek herêm dagir kir. Bi navbeynkariya Rûsyayê aliyan agirbest ragihandibin jî lê li ser sînor timî şer diqewime.