Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

CPT’yê rapora têkildarî serdana Îmraliyê de radestê dewleta tirk kiriye

CPT’yê diyar kir ku rapora xwe ya der barê serdana xwe ya Îmraliyê de şandiye Tirkiyeyê û divê rayedarên tirk biweşînin lê heta niha rapor neweşandine.

Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) di îlona 2022’yan de diyar kiribû ku çûye serdana Îmraliyê lê aşkere nekiribû ka bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kiriye yan na.

Rapora der barê serdanê de ya CPT’yê, di 110’emîn civîna lijneya giştî ya 6-10’ê adarê de ku li Strasbourgê pêk anîn, komîteyê qebûl kiribû. CPT’yê 32’emîn Rapora Giştî ya 1’ê çile-31’ê kanûna 2022’yan weşand. CPT di raporê de diyar dike ku serdana ji bo Îmraliyê pêk anîne, lê der barê rewşa Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim de tu agahiyan di raporê de cih negirtine. Di raporê de hat diyarkirin ku di seranserê sala 2022’yan de CPT’yê li welatên endamê Konseya Ewropa serdanên periyodik pêk anîne û bi giştî 16 serdan pêk anîne.

Li gorî nûçeya taybet a Jinnewsê CPT’yê bersiv daye maîlên wan û diyar kiriye ku rapor radestî dewleta tirk kirine. CPT’yê di bersiva xwe de gotiye: “Rapora têkildarî serdana bi sernavê serdanên Ad Hoc ên li Tirkiyeyê hatine kirin, ji aliyê CPT’yê ve di adara 2023’yan de hatiye qebûlkirin û piştre radestî rayedarên Tirkiyeyê hatiye kirin. Rayedarên Tirkiyeyê dê ji bo aşkerakirinê biryarê bidin.”

Hat diyarkirin ku aşkerakirina raporê ji însiyatîfa Tirkiyeyê re hatiye hiştin û bal kişandin ser xala 11’emîn a Peymana Ewropayê ya der barê Pêşîgirtina Binpêkirina Mafan û Îşkenceyê. Di xala 11’emîn de jî îfada ‘Komîte di rewşa ku daxwazên aliyên têkildar de, bi şîroveyên aliyên têkildar re wê raporê aşkera bike’ heye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar