Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê banga lezgîn kir

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê anî ziman ku: “Jiber ambargoya hikûmeta Şamê jiyana bi milyonana gel di xeteriyê deye. Em bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî yên navneteweyî dikin ku zextê li hikumeta Şamê bikin da ku ambargoya giran a li ser Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rake.”

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê têkildarî ambargoya giran a ku hikumeta Şamê li ser Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ferz kiriye, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ambargoya ku ji aliyê Firqeya 4ʹan a hikûmeta Şamê ve hatiye ferzkirin, rewşa jiyanî ya şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û herêma Şehbayê zêdetir dike, heke ambargo dewam bike dê karesateke mirovî çêbe.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Li herêma Şehbayê ku koçberên Efrîn û niştecihên resen lê dijîn, her wiha li taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê yên Helebê aloziya sotemeniyê dewam dike. Sedema vê yekê ambargoya giran e ku hêzên Firqeya 4ʹan a rejîma Sûriyeyê fez kiriye û nahêle sotemenî derbasî van herêman bibe.”

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê îşaret bi vê yekê kir ku ji alîkariyên ku derbasî herêmê bûne, tiştek negihaştiye şêniyan û wiha domand: “Heftane derdora 25 tankerên sotemeniyê derbas dibin, lê heta niha lîtreyek negihaştiye şêniyan. Ji wê zêdetir qutbûna kehrebeyê dewam dike û rojane 4 saet tenê kehrebe heye. Her wiha saetên xebitandina bîrên li Şehbayê bûn 8 saet. Ev bîr avê didin zêdetirî 55 gundan. ”

‘Jiber ambargoyan nexweşxane bê bandor dibe’

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku eger ambargo dewam bike dibe ku nexweşxaneya li Şêxmeqsûdê û ya Fafînê ji xizmetê derdikevin.

Di dawiya daxuyaniyê de banga bidawîkirina ambargoyê hate kirin û wiha hat gotin: “Wekî rêxistineke hiqûqî ku li gundewarê bakur ê Helebê çalak e, em bang li tevahî rêxistinên hiqûqî û mirovî yên navneteweyî dikin ku zextê li hikûmeta Sûriyeyê bike da ku ambargoya li ser herêma Şehbayê û her du taxên kurdan ên li Helebê rake, bihêle sotemenî, şîrên zarokan, derman û pêwîstiyên jiyanê bigihêjin bi hezaran koçberên Efrîn û niştecihên resen ên li van herêman.

Her wiha em bang li hikûmeta Sûriyeyê dikin ku nêzî niştecihên van herêman bibin mîna ku welatiyên Sûriyeyê ne û erkên xwe wekî ku di destûra Sûriyeyê de hatiye nivîsandin, bi cih bîne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar