PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Mesûd Barzanî bi kûjerên kurdan dibe yek

Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî bi telefonê gel Serokê Giştî yê Hîzbullah-HÛDA PAR’ê Zekeriya Yapicioglu ku yek ji hevkarên bloka faşîst a AKP-MHP’ê û di salên 90’î de qirkerê dewleta kûr a Kurdistanê bû, axivî.

Serokê Giştî yê Hîzbullah-HÛDA PAR’ê Zekeriya Yapicioglu ku wê di lîsteya AKP-MHP’ê ya faşîst bikeve hilbijartinên serokkomariyê û faîlê bi sedan kuştinan, li gel Serokê Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî bi telefonê axivîn.

Di rupela fermî ya HÛDA PAR’ê de hate ragihandin ku Serokê Giştî yê HÛDA PAR’ê Zekeriya Yapicioglu û Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî bi telefonê axivîne. Lê di derbarê naveroka hevdîtinê de ti agahî nehatin parvekirin.

Piştî nêzîkbûna HÛDA-PAR û AKP’ê ya beriya 5 salan destpêkirî, berdana girtiyên Hizbullahê di bin navê ‘ji nû ve darizandinê’ de pêk hatin û berdanên ku di sala 2018’an de dest pê kiribûn heta Nîsana 2021’an bi awayê kom bi kom dewam kir.

Li gorî daneyên Rêveberiya Giştî ya Girtîgehan derket holê ku 273 kujerên Hîzbullahê ku di 4 salan de bi sedan kesan qetilkirine, piştî darizandina ji nû ve hatin berdan û tevî ku 5 sal li ser berdana wan re derbaz dibe jî hîna dosyaya wan bi dawî nebûye.

PDK ya ku dibin serokatiya Mesûd Barzanî de, bi hevdîtina xwe ya bi telefonê li gel Hîzbûllahê pêkaniyî, piştgiriya xwe ji bo tifaqa AKP-MHP-Hîzbullah a faşîst û qirker nîşan daye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar