Di daxuyaniya nivîskî ya Platforma Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê de hat gotin, “Pêşketinên herêmî û cihanî nîşan didin ku komplo di 25’emîn salvegera girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de dewam dike. Bi hezaran kurdistanî û elewiyên-kurd di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan, ji axa pîroz hatin koçberkirin, girtina bi deh hezaran siyasetmedar pêk hat, bi deh hezaran girtî hatin sirgûnkirin, daxwaza dagirkirina Rojava, êrîş û hewldanên dorpêçkirina Şengal, Mexmûr û Qendîlê û tecrîd û îşkenceya girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd, hemû parçeyek ji komploya navneteweyî ye, ev jî nîşan dide ku berdewam dike.”
Di daxuyaniya Platformê de hate diyar kirin ku, Rêberê Gelê Kurd li dijî modernîteya kapîtalîst dîroka mirovahî û baweriyan berovajî kiriye û modernîteya demokratîk pêş xistiye û wiha hate gotin, “Ji ber vê yekê 24 sal in di bin îşkence û tecrîda mutleq de ye. Lê gel û baweriyên qedîm ên Mezopotamyayê yên ku rastî komkujî û qirkirinên netew dewletan hatin, bi projeya Netewa Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd nefes girtin, di jiyana azad de hatin cem hev û bi serbilindiya mafdar pergala xwe avakirin.
Rêberê Gelê Kurd; Ne tenê rê li ber dewlet û desthilatdariyê girt, di heman demê de newekheviya –wekheviya di nava mirovahiyê de anî rojeva bindestan û di heman demê de rêya rizgariyê jî nîşan da. Ji ber ku Rêberê Gelê Kurd li dijî modernîteya kapîtalîst xwediyê ramanê modernîteya demokratîk e, neteweya demokratîk û jiyana hevpar a li ser bingeha yekîtiya gelan û baweriyan tîne rojeva gelan û baweriyan, di pozîsyona Rêberekî pratîk û siyasî de ye, ji bo bi komployeke navneteweyî wî ji gel û tevgera wî qut bikin tecrîda mutleq û îşkence pêk tînin.”
‘Werin em bi hev re bi ser bikevin’
Ger îro Kurdistan û kurdên ku di nav çar dewletên serdest de hatine parvekirin di serê rojeva cihanê ya bindest û navneteweyî de ne, ev bi saya birêz Abdullah Ocalan e. PKK’ê û Rêber Apo bi saya keda wan a salên dirêj û têkoşîna wan a destana dîrokî ya bênavber, îro bûne hêviya mirovahiyê. Rêberê Gelê Kurd ne tenê ji kurdan, ji bo şoreşa cihanê rêberê herî girîng ê siyasî, bîrdozî û felsefî ye, dema ku azadiya xwe bi dest bixe wê demê ne tenê kurd, yê bi ser ketî wê mirovatî be. Şikandina tecrîd û îşkenceya mutleq, têkbirina dagirkerî û faşîzmê û azadkirina Rêber Apo hemû pêvajoyên temamker in. Weke gel û baweriyên qedîm ên Mezopotamyayê ji bo Mirovahiya Azad em dibêjin, “Niha Dema Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad e” û ji bo jiyaneke azad û bi rûmet hemû kurdan vedixwînin mîtînga Dusseldorfê.
Em bang li her kesên dixwazin ji faşîzm û dîktatoriya yek zilamî rizgar bibin dikin ku dengek li dengê me, li hêza me zêde bikin û em dibêjin werin em bi hev re bi ser bikevin.”