Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

TJK-E: 15’ê Nîsanê em li Dusseldorfê bin

TJK-E'yê banga meşa ji bo şikenandina tesrîdê û azadiya fîzîkî a Rêber Apo ya15'ê Nîsanê ya li Dusseldorfê kir û got: "Em li dora azadiya Rêberê Gelê Kurd bicivin."

Di daxuyaniya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) de hate gotin, “Hêzên hegemonîk ku bi sedan sal in cografya Kurdistanê û gelê kurd weke qadeke mêtingeriyê dibînin, li ser Rêber Apo ku afirînerê jinûve vejîna li Rojhilat Navîn e, tecrîdeke giran ferz dikin. Tevî ku li gorî hiqûqa navneteweyî ‘girtiyê siyasî’ ye ji ber polîtîkayên binpêkirina hiqûqê yên Erdogan û koalîsyona wî ya faşîst MHP’ê 24 sal in li Girtîgeha Îmraliyê dîl tê girtin, 2 sal in jî ji ber sedemên kêfî hevdîtina wî bi malbat û parêzerên wî re tê astengkirin.”

Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Saziyên ku dema qala mafên mirovan û demokrasiyê tê kirin daxuyaniyan didin û pêkanînan ferz dikin, gava mijar dibe kurd û nirxên Kurdistanî mîna her carê xwe bêdeng dikin. CPT li derveyî armanca damezrandina xwe tevdigere, piştgiriyê dide polîtîkayên serdestan ên binpêkirina hiqûqê û ji bo me kurdan û dostên me êdî serbixwe nîne.”

‘Werin em bi hevra tecrîdê bişkînin’

Di daxuyaniya TJK-E’yê de hate gotin, “Konsepta tunekirinê û tecrîdê ya li Îmraliyê ku li gorî polîtîkayên berjewendiyê yên navneteweyî tê meşandin, bi tu awayî wê nikaribe bi ser bikeve. Paradîgmaya Civakî ya ku Rêberê Gelê Kurd têkildarî pirsgirêkên civakî û siyasî afirand, wê bikeve meriyetê û tevkariyê li pêşvebirina demokrasî û aştiyê ya li Rojhilata Navîn bike. Ev rewş hêzên emperyalîst ên xwe ji kaos û krîza herêmê xwedî dikin, bêaram dike. Erdogan û hevalbendên wî yên rantxur, zanin ku bi hilbijartina 14’ê Gulanê re êdî dawî li wan tê, lewma wê hesabê hemû kiryarên xwe yên li dijî mirovahiyê bidin.

Bi bidawîbûna sedsaliya Peymana Lozanê re polîtîkayên wan ên parçe bike û birêve bibe ku dixwazin jinûve li ser herêmê ferz bikin, wê bi berxwedan û têkoşîna gelan têk biçin. Tecrîda li Îmraliyê li hemberî mafê tayînkirina çarenûsa xwe ya kurdan ji konsepta înkar, tunekirin û şer cuda nîne jinên kurd ev konsepta ku dixwazin li hemberî Rêberê Gelê Kurd pêk bînin tu carî qebûl nekirin û wê qebûl nekin.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li jinan hate kirin ku li dora azadiya Rêberê Gelê Kurd bicivin û 15’ê Nîsanê li Dusseldorfê tecrîda li Îmraliyê têk bibin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar