Wezîrê karên derve yê dewleta tirk a dagirker Mevlut Çavuşoglu got welatê wî tu şertên ji bo pêkanîna dan û standinên yekser a bi hikûmeta Şamê re; vekişîna hêzên dewleta tirk ji xaka Sûriyeyê, qebûl nake.
Çavuşoglu doh ji dezgehên çapemeniyê yên dewleta tirk a dagirker re got têkiliyên bi Sûriyeyê re di pêşerojê de pêkan in, lê hîna gelek xebat ji bo vê yekê tên xwestin û şertê vekişîna ji xaka Sûriyeyê ji bo dan û standinan qebûl nakin.
Hemwextî vexwendina Çavuşoglu ji wezîrê karên derve yê Misirê Samih Şukrî re, Çavuşoglu got dewleta tirk hêzên xwe ji Sûriyeyê venakişîne.